MSD`ê teqîna xwekuj a Minbicê şermezar kir

MSD’ê teqîna ku duh li Minbicê pêk hat, şermezar kir. MSD’ê di daxuyaniya xwe de got: “Tu guhertin ji hevalbendiya bi Koalîsyona Navdewletî re ne pêwîst e, lê divê berfireh bibe. Divê Moskov û Şam jî ji bo tunekirina rêxistinên terorîst li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bikin.”

MSD`ê teqîna xwekuj a Minbicê şermezar kir
17 ÇILE, 2019   09:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li bajarê Minbicê teqînek pêk hat. Piştî çend seatan çeteyên DAIŞ’ê teqîn girt ser xwe. Di teqînê de 15 kes şehîd bûn, 4 ji wan leşkerên Amerîkayê bûn. Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) teqîn şermezar kir û wiha got: “Hevalbendiya bi Koalîsyona Navdewletî re, pêwîstiya wê bi tu guhertinê tune ye, lê divê were berfirehkirin da ku terorîst bên tunekirin.”

Daxuyaniya MSD’ê wiha ye:

"Careke din rêxistina terorîst a DAIŞ`ê di êrîşa xwekuj de terora xwe diyar kir û Minbica ewle kir hedef. Bajarê Minbicê 12`ê Tebaxa 2016`an ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate rizgarkirin. Ji wê demê û heta roja îro hemû pêkhateyên wê bi rêya mînaka sivîl a demokrtîk tên birêvebirin.

Hevalbendiya me bi Koalîsyona Navndewletî re encamên baş li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistin. Ev hevalbendî tu guhertinan naxwaze lê belê divê berfireh bibe. Divê  Moskov û Şam rêxistinên terorîst li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bikin.

Em baş dizanin ku tunekirina rêxistinên terorîst erkeke welatparêziyê û Sûriyê ye. Di heman demê de ewlehiya herêmê û cîhanê mîsoger dike.

Em wek MSD êrîşa xwekuj ku di encama wê de sivîl, leşker û endamên hevalbendên me yên Koalîsyona Navdewletî, dema erka xwe pêk dianîn, şehîd bûn, şermezar dikin.

Em teqez dikin ku em ê heta dawiyê ji bo tunekirina rêxistinên terorîst û komên girêdayî wan tê bikoşin.

Em sersaxiyê ji tevahî gelên Sûriyê re û ji bo malbatên şehîdên ku di teqîna xwekuj a terorîst de şehîd bûne, dixwazin.Her wiha em sersaxiyê ji gelê Amerîkayê re dixwazin. Em soz didin ku em ê heta dawiyê rêya wan bişopînin û erka xwe ji bo tunekirina DAIŞ`ê pêk bînin. Em şîfaya acil ji birîndaran re dixwazin.”

(bx/bm)

ANHA