Xwendekaran Tebqayê ezmûnên werza yekemîn bi dawî kirin

Li Tebqayê zêdetirî 46 hezar xwendekarên bajar û gundewaran ezmûnên werza yekemîn a sala 2018-2019’an bi dawî kirin.

 Xwendekaran Tebqayê ezmûnên werza yekemîn bi dawî kirin
16 ÇILE, 2019   13:33

TEBQA

Li Tebqayê 46 hezar xwendekarên bajar û gundewaran bi serweriya 191 mamosteyên  ji bajarê Tebqayê, bajarokê El-Mensûra û El-Curniyê dest bi ezmûnên werza (serdem) yekemîn di nîvê hefteya borî de kiribû, bi dawî kirin.

Piştî ezmûnên werza yekemîn qediyan, betlaneya nîvê salê ya 15 rojan dest pê kir.

Di betlaneyê de dê mamoste pelên ezmûnan sererast bikin û di destpêkirina werza duyemîn de radestî xwendekaran bikin.

ANHA