Dîmenê teqîna Minbicê

Kamereya çavdêriya dikanekî di demê teqînê de vekirî bû û dîmenê teqîna ku li kolana Sindis a Minbicê kişand.

Dîmenê teqîna Minbicê
16 ÇILE, 2019   13:31

MINBIC

Îro li bermberî xwaringeha Qesir El-Umeraa ya li kolana Sindis a bajarê Minbicê teqînek pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê 9 sivîl û endamekî leşkerî şehîd bûn. Her wiha  du leşkerên Amerîkayê jî jiyana xwe ji dest dan û bi dehan sivîl jî birîndar bûn.

Di dema teqînê de kameraya çavdêriyê ya dikanekî, cihê teqîn lê çêbûyî dikişand. Teqîn kêlî bi kêlî ket dîmenê kamerayê.