Jinên Reqayê: Bi îradeya jinên azad em ê terorê tune bikin

Bi dehan jinên bajarê Reqayê bi meşekê gefên Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê şermezar kirin.

Jinên Reqayê: Bi îradeya jinên azad em ê terorê tune bikin
16 ÇILE, 2019   13:39

RÛBA EL-ELÎ / REQA

Rêveberiya Jinan a Reqayê meşek li dar xist, tê de bi sedan jinên bajêr beşdar bûn, jin li pêşiya destpêka bakurê bajêr kom bûn û pankartên şermezarkirina dagirkirina Tirkiyê "Na ji dagirkirina Tirkiyê, mirin a faşîstan be, bi îradeya jina azad em ê terorê tine bikin" hildan bûn.

Meş ji Çerxerêya El-Firûsiyê dest pê kir, meşvanan dirûşmeyên silavkirina berxwedana şervanên QSD`ê, berxwedana gel û şermezarkirina dagirkirina Tirkiyê û gefên wê berz kirin.

Li Çerxerêya El-Mezarî ya herêma El-Esediyê, jinan deqeyekê rêz girt, paşê gelek axaftin hatin kirin. Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Henan El-Hemîd axivî û wiha got: "Jinên azad dikarin jiyana azad û demokratîk ava bikin."

Henan gefên Tirkiyê şermezar kirin û diyar kir ku ev herêmên ji çeteyên DAIŞ`ê hatine rizgarkirin, bi saya lehengiya şehîdan û şervanên QSD`ê ye.

Li aliyekî din jî berpirsa Rêveberiya Jinan a Reqayê Xewle El-Îsa axivî û wiha pê de çû: "Herêmên me rizgarkirî ne, em nahêlin dagirkeriya Tirkiyê bikeve bajarên me, armanca dagirker çandina fitneyan di nava gelên herêmê de ye."

Xewle da zanîn ku Erdogan dixwaze careke din serdema Osmaniyan li herêmê vejîne.

Bi navê Buroya Jinaan a Meclisa Sûriya Demokratîk Wefaa El-Elî destnîşan kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî zehmetiyên ji kiryarên çeteyan, bi saya QSD`ê azadiya xwe standin û wiha got: "Piştî ku gel azadiya xwe stand, naxwazin careke din komkujî pêk werin."

Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinan û QSD`ê bi dawî bû.

(jo)

ANHA