Îran: Em ji Sûriyê dernakevin, gefên Îsraîlê komîk in

Fermandarê El-Heres El-Sewrî yê Îranê diyar kir ku ew ê hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê biparêzin, li dijî gefên Îsraîlê yên ‘eger Îran ji Sûriyê dernekeve dê bibe hedefa êrîşên me’ wiha got: “Gefên Netanyahu û êrîşên Îsraîlê yên li ser baregehên me yên li Sûriyê komîk in.”

Îran: Em ji Sûriyê dernakevin, gefên Îsraîlê komîk in
16 ÇILE, 2019   12:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Telebe ya Îranê li ser zimanê endamê Fermandariya Bilind a El-Heres El-Sewrî ya Îranê Mihemed Elî Caferî wiha got: "Komara Îranê ya Îslamî bi şêwirmendên xwe yên leşkerî, hêzên şoreşger û çekên xwe ve dê li Sûriyê bimîne."

Fermandarê El-Heres El-Sewrî ya Îranê Mihemed Elî Caferî diyar kir ku Îran dê hemû hêz û çekên xwe li Sûriyê bihêle û wiha axivî: "Îsraîl gefan li me dixwe, dibêje eger hûn ji Sûriyê dernekevin hûn ê bibin hedefa êrîşên me. Gefên serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û êrîşên wan ên li ser baregehên Îranê yên li Sûriyê komîk in.”