Ciwanên Tebqayê li dijî dagirkeriya Tirkiyê serî hilda

Li dijî gefên Tirkiyê yên dagirkirina bakur û rojhilatê Sûriyê bi sedan ciwanên Tebqayê daketin kolanan.

Ciwanên Tebqayê li dijî dagirkeriya Tirkiyê serî hilda
Ciwanên Tebqayê li dijî dagirkeriya Tirkiyê serî hilda
Ciwanên Tebqayê li dijî dagirkeriya Tirkiyê serî hilda
Ciwanên Tebqayê li dijî dagirkeriya Tirkiyê serî hilda
Ciwanên Tebqayê li dijî dagirkeriya Tirkiyê serî hilda
Ciwanên Tebqayê li dijî dagirkeriya Tirkiyê serî hilda
16 ÇILE, 2019   13:16

TEBQA

Ji aliyê ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Tebqayê ve xwepêşandanek hate lidarxistin. Bi sedan ciwan ji Çerxerêya Meyselûn ber bi Çerxerêya Furqan meşiyan.

Ciwanan di xwepêşandanê de pankartên bi nivîsên “Dest bi dest li dijî dagirkeriya Tirkiyê”, “Na ji kujer Erdogan re”, Em li dijî dagirkeriya Tirkiyê serî hildin”, “Bi soz em şehîdan ji bîr nakin” hildan. Her wiha dirûşmeyên şermezarkirina gefên Tirkiyê berz kirin.

Xwepêşander li Çerxerêya Furqan kom bûn. Piştî rêzgirtinê rêvebera rêxistina ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Mîdya Mihemed axivî û serhildana ciwanan li dijî gefên dagirkeriya Tirkiyê silav kir.

Mîdya axaftina xwe wiha dewam kir: “Em hemû kesên ku beşdarî xwepêşandanê bûne, silav dikin. Em ber bi roja 20`ê Çileyê ve diçin, roja êrîşa dijminane ya li dijî Efrînê ku ji aliyê dagirkerên Tirk û çeteyên wan ve pêk hat. Em wek ciwan me biryar daye ku li dijî dagirkeriya Tirk bibin bend, em ji destpêkê heta niha jî pêşengên parastina vî welatî ne.”

Serokê rêxistina ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Idlibê Ebdilrehman Hesen jî axivî û gefên Tirkiyê şermezar kirin. Hesen wiha pê de çû: “Dagirkeriya Tirkiyê şerê projeya neteweya demokratîk dike, hewl dide yekitiya gelê me têk bibe, lê gelê me bi vîna xwe li dijî dagirkeran li ber xwe dide û xewnên wan têk dibe.”

Xwepêşandana ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî yekitiya gelan” û “Bijî Sûriyeya yekgirtî û demokrat” bi dawî bû.

(ea/k)

ANHA