Hewldanên Tirkiyê rastî dijberiya Rûsyayê tên

Hewldanên Tirkiyê dîsa rastî nerazîbûn û berketa hevalbend û dijberan hat. Piştî ku serokê Amerîkayê gefa hilweşandina aboriya Tirkiyê xwar, îro wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi awayekî dîplomatîk dijberiya xwe li hember herêma tampon nîşan da. Lavrov behsa girîngiya parastina mafên Kurdan li gorî zagonên navdewletî û parastina yekitiya axa Sûriyê kir, her wiha got divê bakurê Sûriyê di bin desthilatdariya hikumetê de be.

Hewldanên Tirkiyê rastî dijberiya Rûsyayê tên
16 ÇILE, 2019   12:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîna çapemeniyê ya salane de nerazîbûna xwe der barê kiryarên çeteyên Tirkiyê nîşan da û wiha got: “Em dixwazin hevpeymanên di navbera me û Tirkiyê de yên der barê Idlibê de pêk bînin. Ev hevpeyman maf nade terorîstan ku çawa bixwazin tev bigerin, ew ji herêma Idlibê ya bêçek êrîşî çeperên artêşa Sûriyê û cihên sivîlan dikin û hewl didin êrîşî baregeha Himêmîmê bikin.”

Lavrov got welatê wî piştgiriya danûstandinên di navbera Kurdan û hikûmeta Sûriyê de dike û wiha pê de çû: “Em piştgiriya danûstandinên di navbera Kurdan û nûnerên desthilatdariya Sûriyê de dikin da ku jiyan vegere dewleta yekgirtî û bêyî destwerdanên derve.”

Lavrov behsa girîngiya parastina mafên Kurdan li gorî zagonên navdewletî û parastina yekitiya axa Sûriyê kir.

Wezîr Lavrov di civîna çapemeniyê de got divê herêmên bakurê Sûriyê di bin desthilatdariya hikumeta Sûriyê de bin.

Li gorî çavdêrên siyasî êdî Rûsya û Amerîka siyaseta “dar û gêzer”ê ji bo Tirkiyê bi kar tînin, Washington gefa aboriyê dide û Rûsya di mijara çeteyên Idlibê de gefan dixwe.

Rojnameya El-Ereb îro der barê mijarê de wiha gotibû: “Trump goga "herêma tampon" avêt qada Rûsyayê da ku vê carê Rûsya nepejirîne. Ew dibêjin mijar dê bi helwesta Rûsyayê xuya bibe, serokê Tirkiyê jî hewl dide erêkirina Rûsyayê bistîne, ji ber ku hemû kilîtên dosyaya Sûriyê di destê Rûsyayê de ne û bêyî wê mijara herêma tampon nayê pejirandin."

(k)