Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Xelîl Dêrîk re xwest

Di nava dirûşmeyên silavkirina şehîdan de bi hezaran şêniyên herêmên Dêrik û Girkê Legê berê xwe da Navenda Şehîd Bawer û sersaxî ji malbata şehîd Xelîl Dêrik re xwest.

Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Xelîl Dêrîk re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Xelîl Dêrîk re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Xelîl Dêrîk re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Xelîl Dêrîk re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Xelîl Dêrîk re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Xelîl Dêrîk re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Xelîl Dêrîk re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Xelîl Dêrîk re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Xelîl Dêrîk re xwest
16 ÇILE, 2019   11:56

QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û Girkê Legê sersaxî ji malbata şehîd Xelîl Dêrik re xwest ku di pêngava Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûbû.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê fermandarê YPG`ê Mezlûm Efrîn axivî û sersaxî ji malbata şehîd û şervanan re xwest û wiha got: "Şehîd rêya me ronî dikin û rêya têkoşînê ji bo ewlehî û azadiyê ji me re neqişandin."

Paşê gelek axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star, nûnerên eşîran û oldaran, endamên meclisên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Dêrikê ve hatin kirin.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza berdewamkirina rêya şehîdan da. Di dawiya axaftinan de, apê şehîd Esed Şawîş axivî û soz da ku ew ê heta xelayên şehîdan pêk bînin, li ser rêya wan bin.

Merasîm bi dirûşmeyên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

ANHA