Di teqîna li Minbicê de du leşkerên Amrîkî jiyana xwe ji dest dan

Li gorî nûçegihanê me ji Minbicê ragihand, di teqîna Minbicê de du leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dan.

Di teqîna li Minbicê de du leşkerên Amrîkî jiyana xwe ji dest dan
16 ÇILE, 2019   11:58

MINBIC

Nûçegihanê me ji Minbicê ragihand, li gorî agahiyên destpêkê ya teqîna Minbicê ku li pêşiya xwaringeha Qesir El-Umeraa ya navenda bajarê Minbicê pêk hat, 9 sivîl û endamekî leşkerî şehîd bûne. Her wiha hat diyarkirin ku 4 leşkerên Amerîkayê jî li cihê teqînê bûn. Hat zanîn 2 leşkerên Amerîkî jiyana xwe ji dest dane. Birîndar û lerşerên Amerîkî yên ku jiyana xwe ji dest dane bi Helîkopterê hatin rakirin.

(bx/bm)

ANHA