Li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê çandiniya mirinê!

Mewsîma îsal a çandiniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber barîna baranê ya zêde baş bû. Lê hindek cotkarên herêmên Bakurê Sûriyê nikarin derfeta çandiniyê bi dest bixin. Lê belê bi du berbijêrkan re rû bi rû mane. Yan wê mirina li ser destê dagirkeriya Tirk bipejirînin an jî nêzî zeviyên xwe nebin.

Li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê çandiniya mirinê!
Li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê çandiniya mirinê!
16 ÇILE, 2019   08:32

AZAD SEFO - SOZDAR XELÎL / HESEKÊ

Çandinî jêdera bingehîn a debara şêniyên Sûriyê ye û rêjeya wê digihîje zêdetirî ji sedî 46’an. Çandinî li Bakurê Sûriyê bi rêjeya ji sedî 18 di hilberîna herêmî de cih digire. Lê ji ber şerên ku li welat rû dane, hîmên çandiniyê tune bûn. Bi vê yekê bi rêjeya ji sedî 5 paşde çû. Tevî wê jî qadên çandiniyê yên ku rûberên wan digihîje 6.5 milyon hektaran, kêm bûn (berê zêdetirî 5.7 milyon hektar dihatin bikaranîn). Bi sedan hektar ji zeviyan di encama operasyonên domdar de, şewitandin û hilberîna ji axê telef bû.

Warê çandiniyê hîmê sereke yê aboriya Sûriyê bû. Gelek rûberên berfireh bi cureyên cuda ji hilberînan dihatin çandin. Her wiha pêwîstiya gelek kargehên pîşeyî yên hilberîner ji madeyên destpêkê peyda dikirin. Ji aliyekî ve bû jêderek girîng ji warê pîşeyî re û ji aliyekî din ve pêdiviyên sûkên herêmî ji hilberînên çandiniyê û xwarinê li ser her du beşên sewalkarî û çandiniyê peyda dikirin.

Her wiha rola warê çandiniyê di pêkanîna Sûriyê de, di rêgeza xwetêrkirinê de ruxmî astengî û pirsgirêkên ku rastî wê dihat, nayê veşartin. Hilberînên xwarin û kelûpelên sereke mîna genim, pembo û sewalan li Sûriyê dihatin peydakirin lê belê ji wê zêdetir, hilberîna zêde mîna sebze, fêkî, zêta zeytûnan û goşt derbasî derveyî Sûriyê dihat kirin.

Çandinî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Zeviyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi axa xwe ya baş tên naskirin. Ji ber wê çandinî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji herêmên din ên Sûriyê cudatir e. Şêniyên herêma Cizîrê çandinî wek jêdereke girîng û wek qûta xwe ya rojane dihesibînin. Mirov dikare bibêje ku piraniya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çandiniyê de dixebitin. Sedema din a ku şênî çandiniyê dipejirînin, ji ber ku kargehên pîşeyî li herêmê tune ne û tenê li bajarên mezin hene.

Ji ber guncawbûna rewşa hewayî ya herêmê û xurtbûna axa zeviyan, şênî di radeya yekemîn de genim, ceh û hilberînên din diçînin. Li gorî serjimariya her sal bi rêjeya ji sedî 90 ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê genim û ceh diçînin. Li gorî cotkaran lêçûna çandina her du hiberînan ji hilberînên din kêmtir e, ji ber wê diçînin. Her wiha cotkar genim wek madeya sereke ya jiyanê dihesibînin.

Nirxandina mewsîma heyî ya Serêkaniyê

Bajarê Serêkaniyê girêdayî kantona Hesekê li Bakurê Sûriyê ye. Bajarê Serêkaniyê yek ji bajarên ku zeviyên çandiniyê lê pir in. Li gorî serjimariya Komîteya Çandiniyê ya bajêr, rûbera zeviyên çandiniyê li herêma Serêkaniyê derdora 150 hezar hektaran e.

Komîteya Çandiniyê îşaret pê kir ku di mewsîma heyî de cotkaran bi rêjeya ji sedî 90 zeviyên genim û ceh çandine. Ev her du hilberîn ji hilberînên stratejîk li gel cotkaran têne hesibandin. Sedema ku dihêle cotkar her du hilberînan biçînin, rewşa hawayî ya herêmê ye. Sedema din jî ji ber ku lêçûna çandina genim û ceh ji hilberînên din kêmtir e.

Di mewsîma niha de rewşa axa zeviyan

Di vê mewsîmê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek baran barî, bi vê yekê telbîsa zeviyan baş bû. Komîteya Çandiniyê ya herêma Serêkaniyê mewsîma heyî wek destpêk we ‘baş’ û ‘pir baş’ li gorî salên borî dinirxîne. Di mewsîma sala borî de ji ber barîna kêm a baranê cotkaran gelek zirar dît.

Destek û teşwîqkirineke mezin ji hêla Komîteya Çandiniyê ve ji cotkaran re

Komîteya Çandiniyê ji girîngtirîn saziyan li herêma Serêkaniyê tê hesibandin. Komîteyê ji destpêka mewsîmê ve desteka pêwîst ji cotkaran re pêşkêş kir û bi rêya belavkirina tov, peydakirina sotemenî, alavên çandiniyê cotkaran teşwîqî çandiniyê dike. Her wiha semad li cotkaran belav kir da ku rê li ber belavbûna nexweşiyan di nav zeviyan de bigire. Hîna jî komîteyê xebatên belavkirina semadê bi tevahiya cureyên wê li cotkaran didomîne.

Ji bo pêşxistina çandiniyê û ji bo şênî bêtir ji çandiniyê sûdê wergirin, komîteyê buroyên şêwira çandiniyê vekirin.

Li ser sînorên Sûriye-Tirkiyê çandiniya mirinê

Ruxmî rewşa baş a çandiniyê di vê mewsîmê de, lê cotkarên ku zeviyên wan li ser sînor in, ji çandiniyê bê par mane. Cotkar li ber du berbijerkan rû bi rû mane. Yan dê mirinê li ser destê dagirkeriya Tirk bipejrînin an jî ji nêzî zeviyên xwe nabin. Cotkarên herêmên herî bakurê Sûriyê li ser sînor bi awayekî yekser rastî guleyên dagirkeriya dewleta Tirk tên.

Di mewsîma îsal de hejmareke mezin ji cotkaran nikarîn nêzî zeviyên xwe yên li ser sînor bibin. Sedem jî dagirkeriya Tirk e. Di mewsîma borî de gelek cotkar kirin hedef û di encamê de gelek ji wan bi guleyên dagirkeran jiyana xwe ji dest da.

Girêdayî mijarê hevserokê Gerînendetiya Çandiniyê ya Serêkaniyê Ebdulselam Hesen di hevpeyvîneke li gel ajansa me Hawarê de diyar kir ku ji ber barîna baranê ya zêde li tevahiya herêmê, rewşa çandiniyê di mewsîma îsal de li gorî salên borî baş e.

Avakirina komîteyan da ku alîkariya cotkaran bikin û pêwîstiyên wan peyda bikin

Hesen tekez kir ku rêveberiyê ji bo alîkariya cotkaran û peydakirina pêdiviyên wan komîteyên taybet di hemû astan de ava kirin.

Ebdulselam Hesen destnîşan kir ku ji ber hedefgirtina dagirkeriya Tirk ji cotkaran re bi guleyan, gelek cotkar nikarin biçin ser zeviyên xwe. Di encamê de bi hezaran hektar zevî bê çandinî man.

(şx/bm)

ANHA