‘Divê bi çavekî mirovî li xwestekên Leyla Guven binêrin’

Namzeta Lubnanî Fatin El-Zên bang kir ku di zûtirîn demê de xwestekên parlamentera HDP`ê Leyla Guven pêk werin û bi çavên mirovî li xwestekên wên binêrin, ne bi çavekî siyasî.

‘Divê bi çavekî mirovî li xwestekên Leyla Guven binêrin’
16 ÇILE, 2019   08:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Namzeta Lubnanî ya ku di sala derbasbûyî de xwe ji bo parlamentoyê hilbijartibû Fatin El-Zên nameyek şand. Di nameya xwe de diyar kir ku divê bi çavên mirovahiyê li xwestekên hevseroka KCD`ê û parlamentera HDP`ê Leyla Guven binêrin, ne bi çavekî siyasî.

Leyla Guven ji ber helwestên xwe yên li dijî dagirkirina Efrînê, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate girtin. Her wiha Leyla Guven beriya 70 rojan bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir.

Di vê çarçoveyê de namzeta Lubnanî Fatin El-Zên nameyek nivîsand û tê de xemgîniya xwe ji bo rewşa Leyla Guven nîşan da. Fatin di nameya xwe de wiha got: "Divê bi çavên mirovahiyê li xwestekên Leyla Guven binêrin ne bi çavên siyasî. Ji ber ku wê ji ber helwestên mirovî ku tecrîda li ser Rêber Ocalan were rakirin, dest bi grevê kiriye."

Fatin bang kir ku di zûtirîn demê de xwestekên Leyla Guven bi cih werin.

(bx)