Mala xwe diyarî Kongreya Star kir

Piştî hevjînê Zekiye Esed çû ser dilovaniya xwe, li Hesekê mala xwe diyarî Kongreya Star kir, ji bo ku bibe maleke xizmeta jinên bêkes. Piştî Kongreya Star xwedî lê derket û kesek hat erkdarkirin ji bo ku alîkariya wê bike. 

Mala xwe diyarî Kongreya Star kir
Mala xwe diyarî Kongreya Star kir
16 ÇILE, 2019   08:03

NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Piştî damezirandinê, Kongreya Star bû hembêzgeha hemû jinan.

Ew jî bi rêya birêxistinkirin û pêkanîna pêdiviyên wan, her wiha Kongreya Star berpirsyariya jinên bêkes da ser milê xwe. Ji nava wan jina temenmezin Zekiye Esed xizmeta wê û pêkanîna pêdiviyên wê dane ser milê xwe û jinek hat erkdarkirin ji bo ku alîkariya wê bike.

Zekiye Esed ku 60 salî ye, zewicî bû lê zarokên wê tune ne. Hevjînê wê ji sê salan ve çûye ser dilovaniya Xwedê, ji bo vê bi tena serê xwe di mala xwe ya li taxa Kelasiyê li bajarê Hesekê, dijiya.

Zekiye debara xwe bi tena xwe dikir bêyî ku alîkariyê ji kesekî bixwaze, tenê alîkariya komîna taxê qebûl dikir. Ji demekê ve Zekiyê ket û kêfte (hewed) wê şikest, bêyî ku haya kesî jê hebe di malê de ma, piştî çend rojan bi rêya gelê taxê agahî gihîşt Kongreya Star, wan jî bi lez ew rakir nexweşxaneyê û hate emeliyatkirin.

Her wiha Kongreya Star jinek ji bo ku alîkariyê bide Zekiyê, destnîşan kir. Li ser vê yekê Zekiyê mala xwe diyarî Kongreya Star kir, da ku jinên bêkes di mala wê de bi cih bibin, ew jî bi sponseriya Kongreya Star.

Rêveberiya Kongreya Star Şikriyê Hisên destnîşan kir ku Zekiya bi tena xwe dijiya, piştî kêfteya wê şikest bi rêya şêniyên taxê û komînê agahî gihîşt wan, ji ber vê yekê wan bi lez ew bir nexweşxane bir hate emeliyatkirin. Şikriyê wiha got: “Piştî tenduristiya Zekiyê baş bû, me  ew vegeran mal, ji bo ewlehiya jiyana wê me jinek ji bo alîkariya wê bike, erkdar kir.”

Her wiha Zekiye Esed jî spasiya Kongreya Star kir û wiha got: “Ez mala xwe diyarî Kongreya Star dikim ku jin hembêz kirine, ji  bo ku bibe mala jinên temenmezin ên bêkes.”

ANHA