Dîlber Yûsif: Kongreyên navçeyan ji bo birêxistinkirina civakê gavek in

Dîlber Yûsif diyar kir ku kongreyên PYD‘ê yên li ser asta navçeyên kantona Kobanê ji bo birêxistinkirina civakê û pêşxistina asta fikrî li gorî geşedanên ku li herêmê rû didin, gavek e.

Dîlber Yûsif: Kongreyên navçeyan ji bo birêxistinkirina civakê gavek in
16 ÇILE, 2019   07:24

HÊZA HESEN / KOBANÎ

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Dîlber Yûsif têkildarî kongreyên meclisên partiyê li ser asta navçeyên kantona Kobanê  ji ajansa me ANHA‘yê re axivî.

Dîlber Yûsif der barê lidarxistina kongreyê de wiha got: "Em hewl didin civakê ji nû ve bi rêxistin bikin, da ku bigihîjin civakeke li gorî nasnameya siyasî, xwedî îradeya azad ku karibe li gel gefên li ser herêmê têne kirin, xwe bi rê ve bibe."

PYD di rojên 11, 12, 13 û 14 ên vê mehê de kongreyên meclisên navçeyên Qenaya, Kobanê, Şêran û Çelebiyê li dar xistin. Di kongreyê de rêveberên her meclisekê ji 12 kesan hatin hilbijartin.

Di kongreyan de endam û rêveberên partiyê bi beşdarbûna hevserokê partiyê Şahoz Hesen rewşa rêxistinî, çalakiyên partiyê û pirsgirêkên derketine, nîqaş kirin. Tê payîn ku di rojên pêş de kongreya navçeya Sirînê were lidarxistin. Bi beşdarbûna hevserok Şahoz Hesen li ser rewşa rêxistinî û çalakiyên partiyê yên her navçeyekê nîqaş hatin kirin.

Dîlber Yûsif di dewama axaftina xwe de êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê yên beriya salan li dijî herêmên Rojava bi bîr xistin û diyar kir ku êrîş bi armanca têkbirina biratiya gelan û ewlehiya herêmê hatin kirin. Her wiha destnîşan kir ku berxwedana gel plan pûç krin.

Dîlber Yûsif di nava axaftina xwe de wiha anî ziman: "Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji DAIŞ`ê rizgar kirin, ewlehî, aştî û biratiya gelan belav kirin, lê ev gav li xweşiya dagirkeriya Tirkiyê nehat, ji ber vê yekê niha hewl dide ewlehiya li herêmê têk bibe."

Dîlber Yûsif destnîşan kir ku armanca sereke ya lidarxistina kongreyan, birêxistinkirina civakê di aliyê fikrî de ye û wiha got: "Me serkeftinên mezin bi dest xistin û projeya xwe ya neteweya demokratîk bi ser xist. Dewleta Tirk ji mebesta ku van destkeftiyan têk bibe û îradeya gelê herêmê têk bibe, gefên xwe li hemberî me zêde dike."

Di dawiyê de Yûsif teqez kir ku avakirina Sûriyê li ser bingeha nenavendîbûn û jiyana hevbeş  çereseriya herî guncaw ji gelê Sûriyê û pêkhateyên wê re ye.

(dh)

ANHA