Rayedarekî Wezareta Derve ya Sûriyê: Tirkiyê bi zimanê dagirkirî û dijminahî nêzîk dibe

Çavkaniyekî berpirsyar ji Wezareta Derve ya Sûriyê got, daxuyaniyên Erdogan teqez dikin ku Tirkiyê bi zimanê dagirker,dijminahî û ne li gorî pîvanên Neteweyên Yekbûyî nêzî dibe.

Rayedarekî Wezareta Derve ya Sûriyê: Tirkiyê bi zimanê dagirkirî û dijminahî nêzîk dibe
15 ÇILE, 2019   21:41

NAVENDA NÛÇEAYN

Çavkaniyekî di daxuyaniyekî de li gel SANA‘yê got: Daxuyaniyê Serokê rêjîma Tirkiyê yên îro careke din teqez dike ku ev rêjîm di diyalogên Astanayê de alîkarê terorê ye, bi zimanê dagirkirî, dijminahî nêz dibe, ne li gorî pîvan û peymanên Neteweyên Yekbûyî nêzî dibe, biryarên navdewletî yên rêzgirtina yekîtiya xak û gelê Komara Erebî ya Sûriyê binpê dike.

Çavkaniyê her wiha got: "Sûriyê teqez dike ku hewldanên destdirêjiya li dijî yekîtiya Sûriyê ji bilî dijminahî û dagirkirina xaka Sûriyê û belavkirina terora ji aliyê Tirkiyê ve ku Sûriyê ji beriya 8 salan ve şerê wê dike tiştekî din diyar nake.

Çavkaniyê got: Sûriyê teqez dike ku ew di parastina gel û herêmê xwe de ji her cure dijminathî û dagirkirî, di nav de dagirkeriya Tirkiyê li xaka Sûriyê bi îsrar.