Şervanên QSD‘ê li El-Şefaayê depoyeke madeyên teqemeniyê dît

Şervanên QSD‘ê li eniya El-Şefaayê depoyeke madeyên teqemeniyê yên çeteyên DAIŞ‘ê DAIŞ‘ê dît.

Şervanên QSD‘ê li El-Şefaayê depoyeke madeyên teqemeniyê dît
15 ÇILE, 2019   20:11

DÊRAZOR

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê bi pêşdeçûnên şervanên QSD‘ê didome.

Şervanên QSD‘ê di xebatên lêgerînê de li deverên rizgarkirî yên rojhilatê bajaroka El-Şefaayê depoyeke madeyên teqemeniyê yên çeteyên DAIŞ‘ê dîtin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi armanca tinekirina DAIŞ‘ê li bargeha dawî ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê 11‘ê Îlona 2018‘an bi daxuyaniyeke çapemeniyê qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê bi navê "Şerê Tinekirina Terorê" ragihand.

ANHA