ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-01-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-01-2019
16 ÇILE, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê, ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên navçeya Til Hemîsê cenazeyê şervanê QSD‘ê Mensûr Deham ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû li goristana Şehîdan oxir dikin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Dêrikê sersaxiyê ji malbata şehîd Xelîl Dêrik re dixwazin. Konê sersaxiyê li ber navenda ciwana a bajarê Dêrikê tê venda. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Gelê bajarê Reqayê li dijî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşekê li dar dixe. Meş ji çerxerêya Firûsiyê dest pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi deste û buroyên xwe dicive û xebatên demên dawî de dinirxnin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çalakiya mertala zindî  li dijî gefên Tirkiyê li ser sînorê di navbera Serêkaniyê û Bakurê Kurdistanê de di roja 29‘an de didome. Her wiha çalakiya li Kobanê jî berdewam in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê hemû pîvanên navdewletî binpê dike. Ji roja dagirkirina Efrînê de 18‘ê Adarê de revandin û kuştina sivîlan û guhertina demografî didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Tirbespiyê teqez kirin ku çalakiyên wan ên bi armanca şkandina tecrîda li ser Ocalan berdewam in û gotin vîna jina azad polîtîkeyên desthilatdaran têk birin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Efrînê di pêvajoya aloziya Sûriyê de pêşwaziya zêdetirî 300 hezar koçberên ji tevahiya herêmên Sûriyê kir. Rêveberiya Xweser hemû pêdiviyên jiyanê pêşkêşî wan kirin û di nava welatiyên herêmê de di bin banê biratiya gelan û neteweya demokratîk de bi aramî dijiyan. Lê ev tişt li xweşiya dagirkeriya Tirkiyê neçû û bajar kir cihê trajediyeke mirovî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Çeteyê DAIŞ‘ê yê bi navê Ebdulezîm Ratchout ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de xwe radestî QSD‘ê agahî da û diyar kir ku bi rêya Tirkiyê komeke taybet dê derbasî Ewropayê bibe û kom DAIŞ‘ê li Tirkiyê û Ewropayê dide tevgerkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Sekretêra Partiya Lîberal a Kurdistanê Ebîr Hesaf got: "Êdî ti hincetên hendekan neman. Eger li gel partiyên siyasî hestek welatparêzî hebe, dê tev li yekîtiya neteweyî bibin û li hember êrîşan û xeteriyan bisekinin. Derî vekiriîne û dem kar û hevgirtin ji me dixwaze." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dîlber Yûsif diyar kir ku kongreyên PYD‘ê yên li ser asta navçeyên kantona Kobanê ji bo rêxistinkirina civakê û pêşxistina asta fikrî li gorî geşedanên ku li herêmê rû didin gavek e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Yekîtiya Jinên Şehbayê bi rasthatina salvegera êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li ser Efrînê daxuyanî dide, saet 12:00.

-Jineke mezin ji bajarê Hesekê piştî wefata hevjînê wê mala xwe da Kongreya Star da ku bibe mala xwedîketina li jinên kesên wan tine ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Meclisa Tenduristiyê ya navçeya Tirbespiyê bi hevkariya Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê naveneke tenduristiyê li bajaroka Til Marûf vedike, saet 11:00 (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariya Gel a bajarê Girê Spî plansaziya sala 2019‘an danî, bi vê yekê hewl dide xizmeteke baştir di her aliyan de li bajêr pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mewsîma îsal a çandiniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber barîna baranê ya zêde baş bû. lê hindek cotkarên herêmên herî bakurê Sûriyê nikarîn derfeta çandiniyê bi dest bixin. Lê belê li hember du berbijerkan rû bi rû mane. Yan wê mirina li ser destê dagirkeriya Tirk bipejrînin an jî nêzî zeviyên xwe nebin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA