Li Efrînê teqînek mezin pêk hat

Li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê ku ji aliyê leşkerên dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin teqîneke mezin pêk hat.

Li Efrînê teqînek mezin pêk hat
15 ÇILE, 2019   17:56

EFRÎN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane me teqîneke mezin li taxa Mehmûdiyê ya navenda bajarê Efrînê pêk hat.

Çavkaniyan diyar kirin ku teqîn bi erebeyeke bombebarkirî li nêzî parkekê rû da. Ji ber teqînê kuştî û birîndar çêbûn.

Çavkaniyên din diyar kirin ku li herêma Sînaayê şer di navbera çeteyên Ceyş El-Îslam û çeteyên Ehrar El-Şam ên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê derket. Derbarê şer de agahî nehatin bidestxistin.

ANHA