Buroya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Şedadê hate vekirin

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi merasîmekê buroya xwe li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê vekir.

Buroya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Şedadê hate vekirin
Buroya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Şedadê hate vekirin
Buroya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Şedadê hate vekirin
Buroya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Şedadê hate vekirin
Buroya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Şedadê hate vekirin
15 ÇILE, 2019   17:41

HESEKÊ

Bi dehan şêniyên navçeyên endam û serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan beşdarî merasîmê vekirina buroyê bûn.

Di merasîmê de Serokê partiyê Ibrahîm El-Qeftan axivî û vekirina buroyê li tevahî endamên partiyê û şêniyên navçeyê pîroz kir û destnîşan kir ku armanca partiyê parastina mafê hemwelatiyan û rêzgirtina tevahî pêkhateyên Sûriyê ye. 

El-Qeftan bal kişand ku armanca Partiya Pêşerojê ya Sûriyê parastina destkeftiyên şêniyan e.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Nacî Nicûm axivî û destnîşan kir ku bi saya şehîdan saziyên sivîl û leşkerî hatin vekirin. Nacîn anî ziman ku armanca Partiya Pêşerojê ya Sûriyê parastina jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên herêmê de ye.

Deriyê buroyê ji aliyê dayika şehîd Xalib Mihemed ve hate vekirin.

(dh)

ANHA