Rûspiyên Holê: Ji bo parastina destkeftiyên şoreşê em bibin mertal

Şxê û rûsiyên Ereb ên navçeya Holê gotin, dewleta Tirk bi gefên xwe hemû pêkhateyên Sûriyê dikin hedef û teqez kirin ku ew ê li hemberî gefan bi yekrêzî li ber xwe bidin.

Rûspiyên Holê: Ji bo parastina destkeftiyên şoreşê em bibin mertal
Rûspiyên Holê: Ji bo parastina destkeftiyên şoreşê em bibin mertal
Rûspiyên Holê: Ji bo parastina destkeftiyên şoreşê em bibin mertal
Rûspiyên Holê: Ji bo parastina destkeftiyên şoreşê em bibin mertal
Rûspiyên Holê: Ji bo parastina destkeftiyên şoreşê em bibin mertal
Rûspiyên Holê: Ji bo parastina destkeftiyên şoreşê em bibin mertal
Rûspiyên Holê: Ji bo parastina destkeftiyên şoreşê em bibin mertal
15 ÇILE, 2019   18:35

HESEKÊ

Buroya Têkiliyên Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi dirûşmeya "Hevdîtina rûspî û serokeşîrên Holê li hemberî dijminatiya Tirkiyê û destwerdana wê di Sûriyê de" hevdîtina rûspî û serokeşîreyên navçeya Holê li dar xistin.

Rûspî û serokeşîrên "Begera, Şerabîn, Xatûniya, Raşid, Cibûr, Tefîhiyîn" û endamê Buroya Têkiliyên Giştî yê QSD‘ê Sabit Cewher beşdarî bûn.

Sabit Cewher axaftina destpêkê ya hevdîtina kir û bi xêrhatina beşdaran kirin û wiha got "Şêniyên herêmê roleke sereke di parastin û rizagarkirina herêmê ji çeteyan DAIŞ‘ê lîstin."

Cewher her wiha rola şêx û rûspiyên herêmê li hemberî gefên li djiî ewlehiya herêmê silav kir û diyar kir ku şêx û rûspiyên herêmê ji bo parastina biratiya gelek kedeke mezin didin.

Şêx û rûspiyên navçeya Holê jî diyar kirin ku gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û dagirkirina xaka Sûriyê bi tu awayî qebûl nakin û gotin "Em bi hev re dijîn, herêmên me bi ewle ne, ferq û cuhadî di navbera pêkhateyan de nînin, hebûna şervnan li yek eniyê vî tiştî diyar dike."

Şêx û rûspiyan bang li gelê herêmê kir ku li hemberî gefên Tirkiyê bisekinin.

Di dawiyê de daxuyaniyek hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Li gel gefên Tirkiyê yên dagirkirina xaka me û koçberkirina gelê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêjîma faşîzm hêrsa xwe ya li hemberî serkeftinên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di qadên siyasî, doplomasî û xizmetguzarî derxist. Bi navê rizgarkirinê dixwaze serdema serkeftinên Osmanî vegerîne û mozayîka Sûriyê xirab bike. Pêkhateyên Sûriyê teqez kirin ku ew li bê deng nemînin, li hemberî kesên ku xwestin xêrûbêra welat talan bikin, bisekinin. Rêjîma Tirkiyê wê têk biçe."

ANHA