ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-01-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-01-2019
15 ÇILE, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê, ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên Dêrik û Girkê Legê cenazeyê şervanê QSD‘ê Xelîl Dêrik ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibû li goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir dikin, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Til Hemsîê sersaxiyê ji malbata şehîd Mihemed Leylî (Ehmed Girkê Legê) re dixwazin. Konê sersaxiyê li gundê Bekariyê tê vedan, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Pêşrojê ya Sûriyê li dijî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşekê li bajarê Minbicê li dar dixe. Meş ji pêşiya nexweşxaneya Firatê dest pê dike, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêmên Dêrazorê ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya mertala zindî  li dijî gefên Tirkiyê li ser sînorê di navbera Serêkaniyê û Bakurê Kurdistanê de di roja 28‘an de didome. Her wiha çalakiya li Kobanê jî berdewam in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Pêşerojê ya Sûriyê buroya xwe li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê vedike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajaroka Mebrûka ya Serêkaniyê anîn ziman ku gefên dewleta Tirk a dagirker biratiya gelan û deskeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef û banga li gelê herêmê kir ku li hemberî dagirkeriyê yekîtiya xwe ava bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Welatiyên Helebê diyar kirin ku hevdîtina birayê Ocalan nayê wateya bidawîbûna tecrîdê û gotin ew teslîm nabin û li ser xeta Leyla Guven dimeşin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Girtina her du miqdarên çekên barkirî yên Tirkiyê li bênderên Misrata û Ximsê yên Lîbyayê di sala borî de bûn kilîta eşkerekirina dosyaya mudexeleyên Tirkiyê di dewletên Ereban de û belavkirina tevliheviyê. Tirkiyê bi desteka DAIŞ‘ê hewl dide di her dewletî de cih bigire û di siyasetên xwe de li dijî dewletên mîna Misor, Sûdiyê û Îmaratê bazaran bike. Lîbya jî mînaka tevliheviya sultanê Osmaniya nû ye. (BI WÊNE).

ANALÎZ

- Êdî xuyaye ku lihevhatina Sûçî ya di derbarê Idlibê de di navbera serokên Tirkyê û Rûsiyê de, hewceyî gelek guhrînan e, guherînên li gorî rewş û geşedanên li herêmê rû didin, piştî ku Heyet Tehrîr Elşam (Cebhet Elnesra) piraniya herêmên Idlibê xistin bin kontrola xwe. Ji ber ku herdû alî jî di dema niha de naxwazin ku ev lihevhatin bidawî bibe. Tevî ku herdû alî jî di derbarê lihevhatinê de jihev bêbawer in û yek li benda yê dine ku lihevhatinê binpê bike da ku li gorî berjewndiyên xwe pêk bîne. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

-Nivîskar û rojnamevanê Misrê Muhsin Ewedallah diyar kir ku hewildanên rejîma Tirkiyê yên bikaranîna terorê û terorîstan ji bo pêkanîna berjewendiyên Tirkyê dê têk biçin û destnîaşn kir xeteriya Tirkiyê li ser ereban ji ya Îranê girantir e. Ewedallah got: "Herger cîhan çavê li ser Tirkiyê girtiye ev yek wê dirêj neke." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star a Helebê bi wesîleya salvegera 14‘an a damezrandina kongreyê daxuyaniyekê li ber avahiya Akademiya Star a taxa Şêxmeqsûdê dide. Bi heman armancên li hola Efrîn a taxa Şiqêf şahiyek tê lidarxistin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star bi wesîleya salvegera 14‘an a damezrandina kongreyê şahiyekê li hola Firat a bajarê Kobanê li dar dixe, saet 10:00. Li bajarê Hesekê bi heman armancê navenda Kongreya Star tê vekirin, saet 11: 00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kongreya Star di nav salên dawîn de jin li bajar û herêmên Bakurê Sûriyê bi rêxistin kirin û yekrêziya refa wan ava kir. Her wiha Kongreya Star ji bo avakirina koordînasyonek giştî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê xebatan bimeşîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayika Terfa Silêman li gel paşguhkirina rêxistinan rewşa wê û di xwedîkarina zarokên xwe yên astengdar de zehmetiyan dikişîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Tevî xebatên sererastkirinê toreyên elekîtrîkê ji aliyê Mûdîriyeta elekîtrîkê ve, lê hîn di aliyên derfet û barkirina zêde elekîtîrk li ser bajarê Tebqayê qut dibe. Komîte hewl dide bi hevkariya hin rêxisitinan toreyên elekîtrîkê biguhere. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA