El-Qerqaş: Fikarên navdewletî yên li ser Kurdan rewa ye

Wezîrê Karê Derve yê Îmaratê Enwer El-Qerqaş got, fikarên herêmî û navdewletî yên li ser çarenûsa Kurdên li Sûriyê, rewa ye. Her wiha destnîşan kir ku Kurd rolek sereke di şerê li dijî DAIŞ'ê de lîstin.

El-Qerqaş: Fikarên navdewletî yên li ser Kurdan rewa ye
14 ÇILE, 2019   21:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karê Derve yê Îmaratê Enwer El-Qerqaş li ser hesabê xwe yê  twitterê got: "Divê danûstandinên dewletên Ereb bi Kurdan re, di çarçoveya siyasî de, xizmeta yekîtiya xaka Sûriyê bike."

Enwer di malpera xwe de ev tişt parve kir: "Li gel rola sereke ya Kurdan di têkbirina DAIŞ‘ê de, fikarên navdewletî û herêmî li ser çaranûsa Kurdan rewa ye. Divê danûstandinên dewletên Ereb bi Kurdan re, di çarçoveya siyasî de, xizmeta yekîtiya xaka Sûriyê bike."