'Danûstandina Sûrî-Sûrî rêya xilasiya Sûriyê ji şer e'

Beşdarên komxebata diyalogan a li bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin gotin, danûstandinên Sûrî- Sûrî dê Sûriyê ji şerê ev 8 salan dewam dike, xilas bike.

'Danûstandina Sûrî-Sûrî rêya xilasiya Sûriyê ji şer e'
'Danûstandina Sûrî-Sûrî rêya xilasiya Sûriyê ji şer e'
'Danûstandina Sûrî-Sûrî rêya xilasiya Sûriyê ji şer e'
'Danûstandina Sûrî-Sûrî rêya xilasiya Sûriyê ji şer e'
'Danûstandina Sûrî-Sûrî rêya xilasiya Sûriyê ji şer e'
14 ÇILE, 2019   20:58

QAMIŞLO

Li ser daxwaza kesayetên rewşenbîr, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi dirûşmeya "Destpêkê Sûriyê em kom bibin da ku bi serkevin" komxebateke diyalogan li hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar xist. Bi dehan rewşenbîr, akademîsyên, nivîskar û mamosteyên zanîngehan beşdarî komxebatê bûn.

Komxebat ji aliyê Serokê Komeleya Çandê ya Suryan Şaxê Qamişlo Hena Hena, akademîsyen Ferdî Sadûn, endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê Şemsa Enter û Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan ve hate birêveberin.

Îbrahîm El-Qeftan geşedanên siyasî nirxandin û wiha dest pê kir: "Çareseriya aloziya Sûriyê bêyî danûstandinan di navbera hikûmeta Sûriyê ya Şamê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne pêkan e."

El-Qeftan got: "Dem dema çareseriya siyasî ye, ji bilî hin herêman şerê leşkerî ber bi dawbûnê ve diçe. Ne navendîbûyîn dê bingeha xilaskirina Sûriyê ji aloziyê deyne, divê hemû pêkhate mafê xwe bidest bixin."

Serokê Komeleya Çandî ya Suryan şaxê Qamişlo Hena Hena ji aliyê xwe ve rola rewşenbîran di vê pêvajoyê de destnîşan kir û got: "Erka rewşenbîran civakê perwerde bike û ya rast nîşanî wan bike, ji ber hin kes hene dixwazin tevliheviyê di navbera Suryan, Kurd û Ereban de derbixîne."

Akademîsyenê Sûriyê Ferîd Sadûn jî ji aliyê xwe ve bal kişand ser jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyên herêmê de û got: "Li Sûriyê em di nava aştiyê de wekî malbatekê di malekê dijîn."

Ji beşdarên komxebatê Salih El-Zewabi axivî û destnîşan kir ku hindek zarok ji dibistanê bêpar mane û ev tişt anî ziman: "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li gorî herêmên Sûriyê yên din hewîrdorek ji bo tijîkirina valahiyê afirand. Zarokên Sûriyê li gelek herêman ji mafê xwendinê bêpar mane. Divê em alîkariyê bidin û pirsgirêka perwerdeyê ya aloziya Sûriyê çareser bikin. Ji ber ku ew ji mijarên herî girîng e."

Ji aliyê xwe ve rewşenbîr Silêman Esad got: "Gelo rêjîma Sûriyê di danûstandina Sûrî-Sûrî de cidî ye? Wê çi ji pêkhateyên herêmê re pêşkêş bike? Heta niha tu çareseriyek ji doza Kurd re pêşkêş nekiriye. "

Di bersivdayîna pirsên beşdaran de Ibrahîm El-Qeftan got: "Danûstandina Sûrî-Sûrî li Eyn Îsayê hate lidarxistin. Gelek çîn û kesayetên Sûriyê, partiyê opozîsyonê ji Sûriyê û derve amade bûn. Danûstandina bê şert bi hikumeta Şamê re hate lidarxistin."

El-Qeftan wiha domand: "Me girêdayî aktîvkirina qanûna 107 a rêveberiya herêmî ya nenavendî nîqaş kir. Piştre komîte hatin avakirin û hevdîtin heta demekê berdewam kir lê paşê rawestiyan. Kes nikare inkar bike ku rêjîma Sûriyê bi xemsarî nêzî mijarê dibe."

Beşdarên komxebatê banga zêdekirina lidarxistina mîna van komxebatan kirin da ku nêrînên xwe bi hev re parve bikin.

(şx)

ANHA