Qesra Spî: Trump ji Erdogan xwest ku êrîşî kurdan neke

Qesra Spî teqez kir ku Donald Trump ji Erdogan xwest ku êrîşê krudan an jî hêzên li hemberî DAIŞ‘ê sekinîne, neke.

Qesra Spî: Trump ji Erdogan xwest ku êrîşî kurdan neke
14 ÇILE, 2019   19:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî gefxwarwina Trump li hemberî Tirkiyê ku gotibû heger Tirkiye êrîşî Kurdan bike, wê ji aliyê aborî ve Tirkiyeyê hilweşînin, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump peywendiyek telefonî pêk anî.

li ser vê mijarê Qesra Spî diyar kir  ku Trump ji Tirkiyê xwest ku êrîşî kurdan an jî komeke din ku li gel Amerîkayê li dijî DAIŞ‘ê sekinîne, neke.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji 13‘ê Kanûnê ve gefên êrîşan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, ev yek ji aliyê Amerîkayê ve nayê qebûlkirin.

ANHA