'Em nahêlin hikumeta Tirk xewna Osmanî zindî bike‘

Şêniyên gundewarê rojhilatê Minbicê gefên Tirkiyê li dijî herêmên wan red kirin û teqez kirin ku ew nahêlin Tirkiyê desthilatdariya Osmanî ji nû ve vegerîne.

'Em nahêlin hikumeta Tirk xewna Osmanî zindî bike‘
14 ÇILE, 2019   16:17

SELWA EBDULREHMAN-ŞÎLAN MIHEMED / MINBIC

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefên Tirkiyê li ser herêmê bi tundî red dikin. Şênî bi rêya lidarxistina çalakiyên cuda nerazîbûnên xwe rave dikin.

Di çalakiya kon a li taxa El-Heyê ya bajarê Minbicê ku piştî sê rojan îro bi dawî bû de bi sedan kes amade bûn. Hin kesên ku beşdarî çalakiyê bibûn nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Welatiyê bi navê Hisên El-Ilêwî ê tev li çalakiyê bibû gefên Tirkiyê li dijî herêmên ku bi saya zarên herêmê hatine rizgarkirin şermezar kir û got: "Dagirkeriya Tirk di dema dagirkeriya Osmanî de bav û kalên me kuştin bûn. Niha jî hikumeta Tirkiyê hewl dide heman sînaryoyê dubare bike. Em vê yekê nahêlin.".

El-Ilêwî teqez kir ku xaka bi xwîna şehîdan hatiye avdan Tirkiyê nikare wê dagir bike, ji ber ku şêniyên herêmê bi rêya hêzên xwe yên leşkerî dê herêmên xwe biparêzin.

Ji aliyê xwe ve Eymen Ehmed ê  ji şêniyên gundê El-Hûşariyê yê gundewarê rojhilatê Minbicê bal kişand ku ti cudahî di navbera gelên herêmê de dibin banê Rêveberiya Xweser û biratiya gelan de tune ye û wiha domand: "Em şêniyên vî welatî ne. Em gefên Tirkiyê yan jî gefên aliyên dij li dijî herêmên me yên rizgarkirî red dikin."

Ehmed bang li gelên herêmê kir ku li hember gefên Tirkiyê hevgirtina xwe ava bikin.

Her wiha welatiyê Ibrahîm Ebdulbasit destnîşan kir ku bi saya QSD'ê ew li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav aramî û ewlehiyê de ne û dê nehêlbin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ewlehiya herêmê têk bibin.

Ibrahîm destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk teror derbasî herêmê kir û wiha pê de çû: "Niha me bi terorîstan tewanbar dike. Me li hember terorê li ber xwe da û hîna jî em şerê wî dikin."

Di dawiyê de Ibrahîm teqez kir ku şêniyên Minbicê her dagirkirinekê ji hêla Tirkiyê ve ya ku hewl dide xewna Osmanî vegerîne red dikin û diyar kir ku ew nahêlin şaştiyên berê dîsa dubare bibin.

Jina bi navê Macîda El-Tûm a ji gundê El-Hidhud li rojhilatê gundewarê Minbicê anî ziman ku bi hevgirtin û yekrêziya gelên herêmê dê gefên Tirkiyê li dijî herêmê têk biçin.

(şx)

ANHA