Kongreya Star di salvegera damezirandinê de navendek vekir

Navenda Kongreya Star li bajaroka Tenûriyê ya kantona Qamişlo hate vekirin.

Kongreya Star di salvegera damezirandinê de navendek vekir
Kongreya Star di salvegera damezirandinê de navendek vekir
Kongreya Star di salvegera damezirandinê de navendek vekir
Kongreya Star di salvegera damezirandinê de navendek vekir
Kongreya Star di salvegera damezirandinê de navendek vekir
Kongreya Star di salvegera damezirandinê de navendek vekir
Kongreya Star di salvegera damezirandinê de navendek vekir
Kongreya Star di salvegera damezirandinê de navendek vekir
14 ÇILE, 2019   16:04

QAMIŞLO

Kongreya Star di salvegera 14‘emîn a damezirandina kongreyê de bi merasîmekê navenda xwe li bajaroka Tenûriyê ya girêdayî kantona Qamişlo vekir.

Navend bi armanca rêxistinkirin û pewerdekirina jinan, her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan hate vekirin.

Di merasîma vekirinê de bi dehan şêniyên bajaroka Tenûriyê, endam û rêveberên Kongreya Star amade bûn.

Di merasîmê de axaftin ji hêla rêveber û endamên Kongreya Star Xaliya Necar, Semîra Hesen, Xedîce Elûş, Hacer Hesen, Minewer Xalid û Mariya Hena ve hatin kirin.

Kesên axivîne salvegera 14‘emîn a damezirandina Kongreya Star û vekirina navendê li jinan pîroz kirin û hate gotin ku navend ji bo rêxistinkirina jinan û çareserkirina pirsgirêkên wan hate vekirin.

Di axaftinan de bang li jinên bajarokê hate kirin ku xwedî li navendê derkevin û erka xwe ya li hemberî wê pêk bînin.

Deriyê navendê ji aliyê dayika şehîd Dijwar Tenûriyê, Werda Îbrahîm ve hate vekirin.

Navned bi navê "Şehîd Rojbîn Ereb" hate vekirin. Rojbîn Ereb ango Fatima Ozen sala 1998‘an de wekî bersiva ji komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Geverê, li dijî leşkerên Tirk çalakiya fedayî pêk anî.

ANHA