Li Minbicê Komîteya Rewşên Awarte hat avakirin

Şaredariya Gel a Minbicê, ji ber rewşa hewa û barîna baranê ya zêde Komîteya Rewşên Awarte ava kir da ku şêniyên bajêr û gundewarên Minbicê ji rewşên awarte re amade bin.

Li Minbicê Komîteya Rewşên Awarte hat avakirin
Li Minbicê Komîteya Rewşên Awarte hat avakirin
Li Minbicê Komîteya Rewşên Awarte hat avakirin
Li Minbicê Komîteya Rewşên Awarte hat avakirin
14 ÇILE, 2019   08:25

SELWA EBDILREHMAN / MINBIC

Şaredariya Gel a Minbicê, ji ber rewşa hewayê ya nebaş û barîna baranê gelek proje dan sekinandin û ji bo astengiyan hinek tedbîr girtin. 

Ji ber barîna baranê ya di nîvê werza payîzê de lehî rabûn. Di encamê de mal û rêyên herêmê zirar dîtin. Şaredariya Gel a Minbicê ji bo rewşên awarte Komîteya Rewşên Awarte ava kir. Erka vê komîteyê ew e ku di rewşên xwezayî yên awarte de ji şêniyan re bibe alîkar.

Komîte ji 20 kesan pêk tê. Endamên komîteyê li ser du nobetan karên xwe bi cih tînin. Nobeta yekememîn ji  saet 12‘ê şevê heta 7‘ê sibehê û ya duyem jî ji saet 7’ê sibê heya 2’yê şevê dixebite.

Li gel vê yekê jî Şaredariya Gel di çarçoveya xebatên xwe yên xizmetguzariyê de hezar û 400 qutiyên çopê li taxên bajêr û gundan danîn.

Hevserokê Şaredariya Gel a Minbicê Qasim El-Ebûd diyar kir ku wan ji ber rewşa hewayî ya zehmet hinek proje betal kirin, yek ji wan projeyan ku hatine betalkirin jî çêkirina resîfên rêya Minbicê - El-Xifse û rêya goristana şehîdan e. El-Ebûd teqez kir ku eger rewşeke awarte derket ew amade ne mudaxele bikin û ji şêniyan re bibin alîkar. El-Ebûd got ku wan carekê destwerdana lezgîn kir û malek li ser rêya Cizîrê ya taxa El-Esaf ji wêranbûnê rizgar kir.

El-Ebûd diyar kir ku ew bi hemû derfetên xwe hewl didin xizmeta şêniyan bikin û dê projeya qîrkirina kolanên Minbic û gundewarên wê  ya bi 600 milyon lîre lê biçe, amade bikin. Dê di Nîsana bê de tevî serastkirina kanlîzasyonan, dest bi çêkirina rêyan bikin.

Niha şaredariyê 4 hezar û 300 kunên kanalîzasyonê paqij kirine da ku ava baranê tê re biçe.

(dh/bm)

ANHA