‘Ji bo yekitiyê, banga KNK’ê erê bikin’

Jinên kantona Efrînê diyar kir ku KNK destkeftiyên şoreşa Rojava diparêze û rê li ber yekitiya gelê Kurd vedike û wiha got: “Divê kesayetên Kurd ên serbixwe û partiyên siyasî yên li Rojava bibin yek. Banga KNK`ê erê bikin ku êdî ev komkujî û êrîşên li ser hebûna gelê Kurd, bên rawestandin.”

‘Ji bo yekitiyê, banga KNK’ê erê bikin’
14 ÇILE, 2019   08:09

FÎDAN EBDULLAH / ŞEHBA

Bi însiyatîfa Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di 1`ê Çileyê de civînek li Rojava pêk hat û metirsiyên li ser herêmê û hebûna gelê Kurd, di serî de gefên Tirkiyê, hatin nîqaşkirin. KNK’ê teqez kir ku pir girîng e bi lez yekbûna gelê Kurd pêk were da ku siyaset û stratejiya Kurdan berjewendî û hebûna gelê Kurd li Rojava biparêze.

Di civînê de komîteyek ji 5 endaman hate avakirin. Erka komîteyê ew e ku bi hemû partiyên siyasî yên kurdî re bikeve nava têkiliyan da ku li hember gefên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd, Rojava û Kurdistanê yekitiyekê ava bikin. Ji ber vê yekê komîteyê dest bi erka xwe kir û di serdanên li gel hemû partiyên li Rojava de dewam dike.

Jinên kantona Efrînê destnîşan kir ku ev gav ji bo yekitiya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê pir girîng e.

‘Li dor kongreya neteweyî kom bibin û komployan pûç bikin’

Endama Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê Fatima Lekto li ser girîngiya vê gavê axivî û wiha got: “Ev gav dê bandorê li têkiliyên civakî û navneteweyî di hemû aliyan de bike. Ev nakokî û astengiyên ku dijmin di nava gel de derxistin, divê partiyên Kurd li herêmê vê yekê di nava gel de rakin û divê gelê Kurd li dor kongreya neteweyî kom bibe. Ji ber ku yekbûna neteweyî dê destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatin qezenckirin, biparêze.”

Fatima teqez kir ku destkeftiyên ku li Rojava hatin qezenckirin serkeftinên dîrokî ne, li ser vî esasî divê yekbûna gelê Kurd û partiyên siyasî pêk were û wiha got: “Divê yekitiya Kurd di bin yek al û yek dirûşmê de pêk were û ji bo hemû komployên navneteweyî yên dijmin pûç bibin.”

‘Yekbûn şoreşê diparêze’

Hevseroka Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê Sûad Hiso destek da însiyatîfa KNK`ê û wiha got: "Şoreşa Rojava firseteke mezin e ku mirov di aliyê erênî de qezenc bike, ev merheleya hebûn û nebûnê ye û yekbûna gelê  Kurd e."

Sûad destnîşan kir ku hêzên dijberên gelê Kurd xwest van serkeftinan bidin rawestandin, ji bo wê divê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi awayekî lezgîn bibe yek.

‘Dê kongreya neteweyî lêvegera biryarên çarenûsî be’

Her wiha berdevka fermî ya Kongreya Star a Kantona Efrînê Hêvî Silêman got ev gav ji bo bihêzkirina têkiliyên di navbera partiyên siyasî yên Kurd ên li Rojava de ne û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ev gaveke dîrokî ye. Dê lêvegerek be ji bo dayîna biryar û gavên çarenûsî ji bo gelê li herêmê. Divê kesayetên Kurd ên serbixwe û partiyên siyasî yên li Rojava bibin yek, banga KNK`ê erê bikin ku êdî ev komkujî û êrîşên li ser hebûna gelê Kurd dikin, bên rawestandin.”

(jo/bm)

ANHA