Balafireke Îranê ket, 15 kes mirin

Li herêmeke cîwarbûnê li nêzîkê Tehranê, balafireke bar ji cureya Boeing 707 a girêdayî artêşa Îranê kete xwarê û di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest da.

Balafireke Îranê ket, 15 kes mirin
14 ÇILE, 2019   08:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Spûtnîkê berdevkê Navenda Ambulans û Rewşên Awarte ya Îranê Mijtebî Xalidî destnîşan kir ku balafir li herêmeke cîwarbûnê li nêzîkî Tehranê kete xwarê û di encamê de 15 kesên ku di balafirê de bûn, mirin. Ji rêwiyên balafirê tenê kesek rizgar bû.

Artêşa Îranê îro daxuyaniyeke lezgîn da û tê de diyar kir ku balafirê bar ber bi bajarê Bişkek ê paytexta Qirxizistanê ve dibir.

(bx)