PYD kongreyên navçeyan li Kobanê didomîne

Li navçeya Şêran a kantona Kobanê yekemîn kongreya PYD`ê ya navçeyan berdewam dike.

PYD kongreyên navçeyan li Kobanê didomîne
PYD kongreyên navçeyan li Kobanê didomîne
13 ÇILE, 2019   12:15

KOBANÊ

Bi beşdariya 500 delegeyan yekemîn kongreya rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navçeya Şêran a Kobanê hate lidarxistin.

Kongreyê bi axaftina hevserokê PYD`ê Şahoz Hesen dest pê kir. Hesen di axaftina xwe de behsa destkeftiyên sala 2018`an kir û diyar kir ku ev destkeftî li xweşa hin hêzan nehat lewma gelek êrîş li dijî şoreşê pêk hatin.

Hesen der barê çareseriya aloziya Sûriyê de jî axivî û diyar kir ku ji bo çareseriyê divê hêzên desthilatdar li ser berjewendiyên gelên Sûriyê li hev bikin, her wiha divê rêveberiyên sivîl ên bakur û rojhilatê Sûriyê jî aliyekî sereke yê çareseriyê bin û tu alî neyên dûrxistin û paşguhkirin.

Piştî axaftinê nameyên pîrozbahiyê yên ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê û Desteya Jinan a Herêma Feratê hatin xwendin.

Di kongreyê de raporên siyasî û rêxistinî yên salane hatin xwendin û nirxandin. Xebatên kongreyê bi nirxandina raporan û rewşa rêxistinî dewam dikin.

Tê payîn ku di kongreyê de endamên meclisa PYD`ê yên navçeya Şêran a kantona Kobanê bêne hilbijartin.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li kantona Kobanê rêzekongreyên herêmî yên navçeyan li dar dixe. Kongre bi dirûşmeya  "Em ê Efrînê rizgar bikin, Sûriyeke nenavendî, demokratîk bi rêya rêveberî û rêxistinê ava bikin" roja înê ji bo navçeya Qenaya, roja şemiyê ji bo navçeya Kobanê û îro jî ji bo navçeya Şêran hate lidarxistin. Di kongreyan de rewşa rêxistinê ya partiyê tê nirxandin û meclisên partiyê yên navçeyan têne hilbijartin.

(k)

ANHA