Şehîd Xebat Dêrik li Lubnanê hate bibîranîn

Kurdên li Lubnanê, şehîdê fermandar û yek ji damezirînerên Yekîneyên Parastina Civakê (YPC) Xebat Dêrîk bi bîr anî.

Şehîd Xebat Dêrik li Lubnanê hate bibîranîn
Şehîd Xebat Dêrik li Lubnanê hate bibîranîn
13 ÇILE, 2019   12:28

BEYRÛT

Tevgera Civaka Demokratîk îro merasîma bîranîna şehîd Xebat Dêrik li paytexta Lubnanê Beyrûtê bi beşdarbûna bi dehan endamên Kongreya Star, endamên TEV-DEM`ê û endamên Tevgera Ciwanan li dar xist.

Cihê merasîmê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîd Xebat Dêrik, şehîdan û alên kurdî hat xemilandin.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama rêveberiya TEV-DEM`ê li Lubnanê Şervîn Cûdî di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Em bejna xwe li hember rihê şehîdên ku ji bo parastina gelan canê xwe da, ditewînin."

Şervîn Cûdî li ser jiyana şehîd Xebat ku yek ji damezirînerên YPC`ê ye beriya ku YPG li Rojava bê avakirin, axivî. Şervîn Cûdî diyar kir ku şehîd Xebat ji ber rewşa aborî neçar ma xwendinê terk bike û malbata xwe xwedî bike, piştî ku rêxistinên Kurd di nav de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) an jî tevgera rizgariya Kurdistanê derketin nas kir û ji ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hez kir, xwesteka naskirinê li gel wî çêbû, ji bo wê li Lubnanê tev li tevgera rizgariya Kurdistanê bû.

Şervîn Cûdî da zanîn ku şehîd Xebat perwerdeya îdeolojîk li Akademiya Mehsûm Korkmaz (Egîd) di sala 1985`an de li ber destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand, piştî perwerdeyê berê xwe da qadên tekoşînê li çiyayên Kurdistanê û ji bo çar parçeyên Kurdistanê tê koşiya û zêdetirî 26 salan tekoşîn meşand.

Di dawiya axaftina xwe de Şervîn da xuyakirin ku şehîd Xebat Dêrik yek ji avakarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Rojava bû. Deriyê wê li pêşiya ciwanên Kurd vekir ku parastina rûmet û xaka gelê Kurd bikin, di demeke nêz de YPG bû hêzeke ku li ser asta cîhanê hate naskirin û li şûna cîhanê şerê terorê kir.

Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

Xebat Dêrîk di 14`ê Çileya 2012`an de li ser destê malbata Bedro hate şehîdxistin, cenazeyê wî li bajarê wî Dêrikê hate oxirkirin.

ANHA