Polîsên Tirk nehêlan şandeya Ewrupî biçe ber girtîgeha Amedê

Şandeya ku ji bo piştgiriyê bide çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê ji Ewropayê hat û xwest biçe ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, ji hêla polîsên Tirk ve hate astengkirin.

Polîsên Tirk nehêlan şandeya Ewrupî biçe ber girtîgeha Amedê
13 ÇILE, 2019   12:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentera Siin Feinê Martina Anderson û şêwirmenda wê Martina Anderson, parêzera Îtalyayî Simonetta Rosella Benadetta, Parêzvana Mafên Mirovan a Îrlandayê Wendy Lyon, endama Partiya Karkeran a Îngilîstanê Julia Ward û hiqûqnasa mafê mirovan a Îngilîstanê Margaret Owen jî di nav de, şandeyek çû  bajarê Bakurê Kurdistan Amedê. Şande çû serdana rêxistina HDP'ê ya bajarê Amedê.

Piştî serdanê, şandeyê bi parlamenterên HDP'ê Musa Farisogullari, Dersim Dag, Remziye Tosun û Salîha Aydenîz re bi armanca piştgiriya Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê, ber bi Girgîgeha Tîpa E ya Amedê ve ketin rê. Lê belê dema şande nêzî girtîgehê bû, ji hêla polîsên Tirk ên dagirker ve hate sekinandin û nehişt şande biçe ber girtîgehê.

Endamên şandeyê û parlamenter ji bo daxuyaniya çapemeniyê bidin dîsa vegeriyan avahiya HDP'ê ya bajêr.

(bm)