‘Divê destûra Sûriyê mafên hemû pêkhateyan biparêze’

Serokê Koalîsyona Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê li Şehbayê Mehmûd Hemdik rewşa ku li Idlibê diqewime jî dide nîşan ku destûrek ku mafên hemû pêkhateyan neparêze nikare ji aloziya Sûriyê re bibe bersiv. Hemdik teqez kir projeya Rêveberiya Xweser çareseriya herî guncaw e.

‘Divê destûra Sûriyê mafên hemû pêkhateyan biparêze’
13 ÇILE, 2019   08:01

XANDÎ ELO / ŞEHBA

Serokê Koalîsyona Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê li Şehbayê Mehmûd Hemdik rewşa siyasî ya li Sûriyê mijarên wek rewşa Idlib, êrîşên dewleta Tirk a dagirker û destûrnameya ku ji bo Sûriyê bê amedekirin, nirxandin.

Mehmûd Hemdik di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser biryara vekişîna Amerîkayê û wiha got: “Hebûna Amerîkayê li Sûriyê hevsengiyek li herêmê çêkir, ji ber vê yekê daxuyaniya serokê Amerîkayê Trump ku hêzên Amerîkayê ji Sûriyê vekişe, her kes matmayî kir. Ji ber armanca Amerîkayê tunekirina DAIŞ’ê û Îran ji Sûriyê derxistin bû. Lê heya niha Îran jî ji Sûriyê derneket û DAIŞ jî hîn di herêmê de ye. Ji ber vê yekê ev biryara Amerîkayê lez bû. DAIŞ gefan ne tenê li Sûriyê dixwe, li hemû cîhanê dixwe. Li ser vê bingehê tunekirina DAIŞ’ê di berjewendiya hemû cîhanê de ye.”

‘Reşpelika ku Rûsyayê amede kir, nabe çareseriya aloziya Sûriyê’

Mehmûd Hemdik amadekirina destûrnameyeke nû ji Sûriyê re wiha nirxand: “Reşpelika destûra Sûriyê ku Rûsyayê amade kiriye, nikare aloziya Sûriyê çareser bike. Eger destûra hatiye amedekirin mafê hemû pêkhateyan biparêze, em ê bipejirînin, lê belê ev reşpelika ku Rûsyayê amede kiriye, ji aloziya Sûriyê re tu çareseriyê nayne. Ji ber ku aloziya li Sûriyê aloziya demokrasiyê ye û di reşpelikê de mafên hemû pêkhateyan naparêze. Dema ku destûrnameyek bê amadekirin divê mafên hemû pêkhateyan tê de hebin. Projeya herî guncaw projeya MSD`ê ya Rêveberiyên Xweser li Sûriyê ye. Divê ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li hemû herêmê bê pêkanîn.”

‘Tirkiye, komên çeteyên terorîst li gorî armancên xwe bi kar tîne’

Mehmûd Hemdik bal kişand ser aloziya li Idlibê û wiha rave kir: “Bûyerên li Idlibê, di encama nerazîbûna Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ji hevpeymana Rûsya û Tirkiye, vekirina rêyên bazirganiyê di navbera herêmên Tirkiyê dagir kirine û herêmên rejîmê de derketiye holê. Ev peyman nakeve ber xizmeta berjewendiyêm El-Nusrayê. Ji ber wê jî rewşa Idlibê tevlihev bûye û ev jî dibe sedema şerên di navbera El-Nusra û komên din de. Komên çete yên li Idlib, Efrîn û herêmên Şehbayê ku girêdayî Tirkiyê ne siyaseta Tirkiyê dimeşînin. Em dizanin ku Tirkiye van koman wek amûr bi kar tîne. Piştî ku tunebûna DAIŞ’ê nêz bûye, Tirkiye dixwaze ji çareseriyê re astengiyan derxe. Li ser vê bingehê jî gefên êrîşan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Encam destkeftiyên gel bi rêya komên çeteyên terorîst têk bibe.”

Mehmûd Hemdik ketina hêzên rejîmê di navbera herêmên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Tirkiyê de wiha nirxand: “Vê gavê pêşiya êrîşên Tirkiyê li ser herêmê girt, bi taybet hincet û îdiayên Erdogan ên “Em elwlehiya xwe ya neteweyî diparêzin” vala derxistin. Ya girîng em hemû gelên Sûriyê ne û ev herêm parçeyek ji Sûriyê ye. Ji erka me ye ku em hemû gelên Sûriyê ji dagirkeriyê biparêzin.”

Mehmûd Hemdik di dawiya axaftina xwe de serkeftinên QSD’ê wiha nirxandin: “QSD`ê şerê terorê kir û herêm ji wan rizgar kir. Ji ber ku QSD dikare van destkeftiyan û axa rizgarkirî biparêze. Dê li hember Tirkiyeyê ku dixwaze tecrubeya demokratîk a li Bakurê Sûriyê têk bibe, bisekine.”

ANHA