Li Tebqayê ji bo çandiniyê tedbîrên nû

Li gorî plana sala 2018-2019’an Gerînendetiya Çandiniyê ya girêdayî Komîteya Aboriyê ya Tebqayê hemû tedbîrên pêwîst ên girêdayî geşkirina çandiniya herêmê û parastina tevahî berhemên werzî girtin. 

Li Tebqayê ji bo çandiniyê tedbîrên nû
Li Tebqayê ji bo çandiniyê tedbîrên nû
Li Tebqayê ji bo çandiniyê tedbîrên nû
13 ÇILE, 2019   08:19

 TEBQA

Gerînendetiya Çandiniyê ya Tebqayê ji bo werza nû alîkariyê ji cotkaran re dike. Di nav alîkariyên ku tên kirin de, beşa lêkolîna zirarên çandiniyê xebat daye destpêkirin. Ji bo werza nû bi taybet berhema genim, lêkolîna bi armanca dîtina zirarên ku li çandiniyê dibin, bi taybet jî cureyên kurman ên zirarê didin berheman, xebatan dest pê kir.

Dibe ku di sermeya zêde de cotkar neçar bimînin careke din çandiniyê bikin, ev yek jî bandoreke neyînî li çêbûna berheman dike.

Der barê mijarê de hevserokê Komîteya Aborî ya Tebqayê Ehmed El-Silêman diyar kir ku Komîteya Aborî û Gerînendetiya Çandiniyê hemû tedbîrên pêwîst ên girêdayî geşkirina çandiniya herêmê û parastina tevahî berhemên werzî, girtine.

Li herêma Tebqayê zeviyên genim ên hatine çandin, derdora 111 hezar û 597 hektaran e û derdora 30 hezar û 400 hektar jî ceh hatiye çandin.

(jo)

ANHA