Şêniyên Efrînê: Ji bo vegera li Efrînê em li ber xwe didin

Şêniyên Efrînê destnîşan kir ku berxwedana wan a li Şehbayê tevî wêrankirin û kavilkirinê  ji salekê ve ji bo vegera li Efrînê didome û teqez kir ku di dema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Efrînê de, di nav jiyaneke hevbeş de dijiyan, lê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ew wêran kir.

Şêniyên Efrînê: Ji bo vegera li Efrînê em li ber xwe didin
Şêniyên Efrînê: Ji bo vegera li Efrînê em li ber xwe didin
Şêniyên Efrînê: Ji bo vegera li Efrînê em li ber xwe didin
Şêniyên Efrînê: Ji bo vegera li Efrînê em li ber xwe didin
Şêniyên Efrînê: Ji bo vegera li Efrînê em li ber xwe didin
Şêniyên Efrînê: Ji bo vegera li Efrînê em li ber xwe didin
Şêniyên Efrînê: Ji bo vegera li Efrînê em li ber xwe didin
Şêniyên Efrînê: Ji bo vegera li Efrînê em li ber xwe didin
Şêniyên Efrînê: Ji bo vegera li Efrînê em li ber xwe didin
13 ÇILE, 2019   07:51

CEFER CEFO - XANDÎ ELO/ ŞEHBA

Salvegera destpêkirina êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê nêzîk dibe. Gelo şêniyên Efrînê di nav wêrankirn û kavilkirina DAIŞ`ê li pey xwe hiştibû de li Şehbayê çawa dijîn? Çawa tehemulî wê jiyanê dikin?

Piştî êrîşên Tirkiyê û çeteyên wê li ser Efrînê, komkujî û wêrankirin pêk anîn ji salekê ve bi hezaran şêniyên Efrînê li Şehbayê dijîn.

Şêniyên Efrînê li Şehbayê di nav malên wêrankirî, dikanên li ex rêyan û mizgeftan de jiyana xwe berdewam dikin. Şêniyan germa havînê di kampan û malên wêrankirî de tehemûl kirin, li ser vê bingehê berxwedaneke mezin nîşan dan û li hember astengiyan sekinîn.

Werza zivistanê hat û şêniyên Efrînê tevî sir û seqema zivistanê, lehî û lêmiştên ku hişt bi dehan mal noq bibin, dîsa jî bê melûlbûn li ber xwe didin.

Tevî mercên zor û zehmet slogana şêniyên Efrînê her tim "Berî her tiştî Efrîn" li ser zimanê wan e, ji ber vê yekê hemû şert û mercan dipejirînin, ji bo ku Efrîn ji çeteyan were rizgarkirin.

Hemwelatî Henan Heftaro berxwedana xwe tevî lehiyên li malên wan qelibîne anî ziman û wiha got: "Piştî êrîşên Tirkiyê û çeteyên wê em ji Efrînê derketin. Zeviyên me yên Zeytûn û çandiniyê hebûn, me li hember dagirkeriyê li ber xwe da. Em li Şehbayê di nav wêrankrinê de dijîn, jiyana rojane zehmet e, tevî wê lehî û lêmiştan malên me noq kirin, me gelek zirar dît." 

Şukrî Bekir destnîşan kir ku ew li Efrînê di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de di nav ewlehî û aramiyê  de dijîn û wiha axivî: "Dema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk em li Efrînê bi hev re û wekî xwişk û bira dijiyan heya dagirkeriya Tirkiye û çeteyên wê hatin û her tişt wêran kirin."

Bekir hêvî kir ku vegere Efrînê û wiha got: “Em niha di nav wêrankirinê de dijîn û hemû şertên zehmet dipejirînin, ji bo ku em vegerin û Efrînê rizgar bikin."

Ebdo Elî girêdayî mijarê axivî û teqez kir ku tu sedem tune ne li Şehba bimînin û li ber xwe bidin ji bilî rizgarkirna Efrînê û wiha lê zêde kir: "Balafir û tankan malên me wêran kirin û gelek şêniyên Efrînê birîndar an şehîd bûn, em tenê ji bo vegera li Efrînê di nav kavilan de dijîn."

ANHA