Almanyayê hişyarî da Tirkiyê: Bi rêbazên leşkerî çareseriya Sûriyê ne pêkan e

Almanyayê hikumeta Tirkiyê ji bo pêkanîna êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyar kir û teqez kir ku tu çareseriyeke leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li herêmên din ne pêkan e.

Almanyayê hişyarî da Tirkiyê: Bi rêbazên leşkerî çareseriya Sûriyê ne pêkan e
10 ÇILE, 2019   10:43

NAVEDNA NÛÇEYAN

Malpera Deutsche Welle (DW) ragihand ku bi navê hikumeta Almanyayê Steven Seibert hişyarî da Tirkiyê ku ji êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dûr bikeve û  bi awayekî cidî israr kir ku "divê bi berpirsyarî tev bigere.”

DW dibîne ku Tirkiye gefên êrîşkirinê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên koalîsyonê yên bi Amerîkayê re dixwe. Her wiha biryara serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişandina hêzên Amerîkayê van gefan nêzî rastiyê dike.

Li ser civînên ku şêwirmendê ewlehiya niştîmanî yê Amerîkayê John Bolton bi berdevkê serokkomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin re çêkiriye, Wezareta Derve ya Almanyayê diyar kir ku ew hêvî nakin çareseriyeke aştiyane bi pevçûnan pêk bê.

Li gorî xuyakirina malpera Almanî, civîn bê sûd bû. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hevdîtina bi Bolton re nepejirand. Bolton ji bo Tirkiye êrîşî hevalbendên Amerîkayê ango Kurdan neke, xwest hevdîtinê bike.

Associated Press ragihandibû ku Bolton wiha gotiye: "Ji bo bê teqezkirin ku Tirkiye êrîşî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ên hevalbendên Amerîkayê li dijî DAIŞ’ê nake, çû Tirkiyê.”

Bolton teqez kir ku şertê vekişîna hêzên Amerîkayê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê garantiya ewlehiya QSD’ê ye.

(ekîb)