Xebatên paqijkirina kolanên Reqayê didomin

Şaredariya Gel a Reqayê xebatên nû yên paqijiyê dan destpêkirin da ku jiyan vegere kolanên bajêr û  bi taybet taxên niştecih lê hene.

Xebatên paqijkirina kolanên Reqayê didomin
Xebatên paqijkirina kolanên Reqayê didomin
Xebatên paqijkirina kolanên Reqayê didomin
Xebatên paqijkirina kolanên Reqayê didomin
Xebatên paqijkirina kolanên Reqayê didomin
Xebatên paqijkirina kolanên Reqayê didomin
Xebatên paqijkirina kolanên Reqayê didomin
10 ÇILE, 2019   10:44

REQA

Bi slogana "Bi hev re em şaristaniyê vegerînin bajarê Reqayê" Şaredariya Gel a Navendî ya Reqayê ji bo vehesiya hemwelatiyan kar dike û piştî xizmetên giranbuha gelek cih ji bajêr sererast kirin û îro karê şaredariyê ket qonaxeke nû. Şaredariyê  zêdetirî ji sedî 70 ji bajarê Reqayê paqij kiriye û hîn paqijkirin li taxên din berdewam e.

Piştî wêranbûna di encama şer de derketiye û  tevî derfetên kêm, lê şaredarî armanc dike jiyan vegere kolanên bajêr û dîmeneke xweşik li wan kolanan xuya bike.

Gerînendeyê Buroya Paqijiyê Ebdilselam El-Elî El-Ismaîl ji ajansa me Hawarê re destnîşan kir  ku paqijî roleke girîng di pêşketina civakan û jiyana şaristaniyê de dilîze.

Erebeyên komkirina sergo û çopê yên girêdayî şaredariyê, rojane bi karê komkirina qirêjiyê ji kolanên herêmê û şewitandina wê li cihên tayebt radibe. Rêjeya kirs û kaşên ji bajêr tê rakirin rojane 600 metrekabik û mehane 18 hezar metrekabik e.

Şaradariya gel  taxên El-Mişeleb, El-Idxar, El-Ferdos, El-Nehda, El-Muxtelata, El-Seken El-Şebabî, El-Deriyê, Remliyê, El-Ferat, El-Teyar, El-Tewesuiyê, taxa navendî di herêma El-Reqe de paqij kirine. Tevî taxên sereke di herêmê de wekî taxa El-Qetûlî, El-Wadî, El-Sea, 23’yê Sibatê, Sêf Dewlê, El-Mensûra, El-Mûcema û Girê Spî paqij kirin.

Hêjayî gotinê ye ku şaredarî di karê paqijkirina taxan de berdewam e.  

(ekîb)

ANHA