QSD`ê li El-Şefaa gelek çek û cebilxane bidest xistin

Şervanên QSD`ê di operasyona paqijkirina bajaroka El-Şefaa de, gelek çek û cebilxaneyên çeteyên DAIŞ`ê dîtin.

QSD`ê li El-Şefaa gelek çek û cebilxane bidest xistin
10 ÇILE, 2019   10:20

DÊRAZOR

 Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû hêza xwe dewam dike. Di çarçoveya pêngavê de, şervanên QSD`ê derbasî bajaroka El-Şefaa bûn û piraniya bajarok piştî şerekî dijwar rizgar kirin.

Şervanan, di operasyona paqijkirinê de, gelek çek û cebilxaneya çeteyên DAIŞ`ê bi dest xistin.

Operasyona paqijkirinê li herêmê dewam dike.

(kc)

ANHA