‘Li Efrîn û Ezazê 5 çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin’

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di encama çalakiya hêzên wan, li Efrîn û Ezazê 5 çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

‘Li Efrîn û Ezazê 5 çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin’
10 ÇILE, 2019   08:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Şervanên me çalakiyên xwe li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên li Efrîn û derdora wê didominin. Di vê çarçoveyê de şervanên me 9’ê Çileyê li Efrîn û Ezazê 2 çalakiyên bi bandor li dijî dagirkeran lidar xistin. Di derbarê çalakiyên hatin lidar xistin de agahiyên berfireh wiha ne;

- 9’ê Çileyê şervanên me li dijî seyareyeke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker li gundê Gobelê ya girêdayî navçeya Şera çalakiyeke lidar xistin. Di encama çalakiyê de leşkerek hat kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Her wiha seyareya zirxî hat rûxandin.

- 9’ê Çileyê şervanên me li dijî seyareyeke çeteyên girêdayî dewleta Tirk li derdora gundê Kil Cibrîn ya girêdayî Ezazê çalakiyek lidar xistin. Di encama çalakiyê de seyare hat rûxandin, 4 çete hatin kuştin û çeteyek jî bi giranî birîndar bû. Nasnameya çeteyên hatin kuştin wiha ne: Hisên Elo, Yasir Emîq, Merwan Ebdulrehman, Mihemed El Eşqar.”

(kc)

ANHA