‘DAIŞ'ê çeteyên Erdogan in'

Endamê Buroya Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê ya Minbicê Hezaa Ibrahîm got: " DAIŞ'ê çeteyên Erdoganê çêkera terorê li Sûriyê ne."

‘DAIŞ'ê çeteyên Erdogan in'
10 ÇILE, 2019   07:17

ŞERÎF EL-EBO / MINBIC

Di hevpeyvînekê de li gel ajansa me girêdayî gefên Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê Endamê Buroya Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê ya Minbicê Hezaa Ibrahîm tekez kir ku Tirkiyê ji destpêka dagirkirina xaka Sûriyê ve şerê Sûriyê gur dike.

Di nav axaftina xwe de Ibrahîm rola Tirkiyê di gurkirina şerê Sûriyê de bibîr xist û got:"Ji destpêka aloziya Sûriyê ve Tirkiyê mudexeleya Sûriyê kir. Mudexelya wê ne veşartîbû, bi awayekî yekser bû. Tirkiyê bi armanca gurkirina şerê Sûriyê, sînorên xwe ji bo derbaskirina çeteyan û terorîstan wek korîdorek vekir."

Ibrahîm helwesta partiya xwe ya ku mudexeleyên Tirkiyê û gefên wê red dike anî ziman û diyar kir ku Tirkiyê bi gefên xwe dixwaze aramiya herêmê têk bibe.

Ibrahîm bi bîr xist ku armaca Tirkiyê vegerandina xewnên Osmaniyan e.

Di berdewama gotinên xwe de Ibrahîm tekez kir ku wek partiyek baweriya wan bi QSD'ê heye, ku dê bibe bendek asê li hember gefên Tirkiyê û bi lêv kir ku DAIŞ'ê, çeteyên Erdoganê çêkera terorê li Sûriyê ne.

Di dawiyê de Hezaa Ibrahîm girîngiya hevgirtina pêkhateyên Sûriyê bi bîr xist û diyar kir ku divê gelên Bakurê Sûriyê piştvanê QSD'ê bin û dest ji projeya biratiya gelan û jiyana hevpar bernedin, ji ber ku ew rêya serkeftina gelê Sûriyê ye.

(şx)

ANHA