Jinên El-Kerama: Tirkiye dixwaze komkujiyan pêk bîne

Jinên herêma El-Kerama gefên êrîşkirina Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û teqez kirin ku armanca Erdogan ji gefan ew e ku temenê DAIŞ`ê dirêj bike û komkujiyan li herêmê pêk bîne.

Jinên El-Kerama: Tirkiye dixwaze komkujiyan pêk bîne
10 ÇILE, 2019   07:21

EHMED El-ESAF / REQA

Gefên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, rastî bertekên tund ji aliyê şêniyên herêmê ve tên.

Li ser mijarê jinên herêma El-Kerama ya girêdayî Reqayê gotin ew dagirkeran li ser herêmê qebûl nakin û teqez kirin ku armanca gefan dirêjkirina temenê DAIŞ‘ê ye.

‘Tirkiye dixwaze temenê DAIŞ’ê dirêj bike’

Bedira El-Elî ji bajarokê El-Hemratê yê gundewarên rojhilatê Reqayê, destnîşan kir ku armanca gefên Tirkiye û komkirina hêzên xwe li ser sînor temenê DAIŞ`ê li Sûriyê dirêj bike, ji ber DAIŞ niha li Dêrazorê nefesa dawî distîne.

Bedira El-Elî bal kişand ku jinên El-Kerama piştî ji DAIŞ‘ê rizgar bûn, îro bi azadî dijîn û wiha got: "Piştî herêmên me ji DAIŞ`ê hatin rizgarkirin, bi saya hevgirtina gelên herêmê, em niha bi azadî dijîn."

Bedira di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew qebûl nakin Tirkiye axa wan piştî ji DAIŞ`ê hat rizgarkirin, dagir bik."

‘Em ê ji bo parastina destkeftiyan bibin mertal’

Nesîbe Îlêwî ji bajarokê El-Hos wiha axivî: "Armanca daxuyaniyên Erdogan ku ewlehiya herêmê têk bibe, serdema bav û kalên  xwe yên Osmanî ya berî 400 salan dema Sûriyê dagir kiribû, vegerîne û îro bi hincetên derew dixwaze şerê li Sûriyê dirêj bike û herêm ne aram be."

Nesîbe Îlêwî destnîşan kir ku bi saya QSD`ê û hevgirtina şêniyan çeteyên DAIŞ‘ê tune dibe. Di dawiya axaftinê de Nesîbe teqez kir ku ew wek jinên herêmê ew ê yek bin heta çete ji tevahî Sûriyê werin qewitandin û got ew dagirkeriya Tirkiyê qebûl nakin, ji ber ku dixwaze komkujiyan li herêmê pêk bîne.

(dh)

ANHA