Êlên Tebqayê: Em li benda mizginiya serfiraziya mezin a QSD'ê ne

Şêxên êlên Ereb ên herêma Tebqayê destnîşan kirin ku ew li benda mizginiya serkeftina mezin a QSD'ê ne ya bidawîkirina çeteyên DAIŞ`ê ji erdîngariya herêmê.

Êlên Tebqayê: Em li benda mizginiya serfiraziya mezin a QSD'ê ne
10 ÇILE, 2019   07:02

TEBQA

Girêdayî merheleya dawî ya 'Bager Cizîrê' ya QSD'ê ya 'Şerê Tinekirina Terorê', şêxên êlên Ereb ên herêma Tebqayê ji ajansa me re axivîn.

Şêx êla El-Wehb Cemal El-Nihêtir got: "Di dema DAIŞ'ê de, me gelek êş û azar ji tartî û zulma wan kişand. lê îro bi saya zendên QSD'ê ber bi tunebûnê ve diçin."

El-Nihêtir destnîşan kir ku wek şênî û şêx êlên Ereb ên herêmê li benda gotina 'DAIŞ'ê tune bû û erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate rizgarkirin' ne, da ku wê roja dîrokî pîroz bikin.

El-Nihêtir behsa binpêkirinên DAIŞ'ê dema herêmê dagir kiribû kir û got:"DAIŞ'ê hemû cureyên tundiyê li dijî me bi kar anî. Lê bi saya vîna me ya bi hêz, girêdana bi xakê û yekgirtina şêniyên Bakurê Sûriyê di nav refên QSD'ê de em ji DAIŞ'ê rizgar bûn û me xwe di nav rêveberiyên herêmî û xweser de birêxistin kir."

Di berdewama gotinên xwe de El-Nihêtir got wê QSD'ê mizginiya rizgarkirina erdnîgariya Bakurê Sûriyê ji DAIŞ'ê raghîne û dê jiyana me ji nû ve destpê bike.

Girêdayî rêxistinkirina êlên herêmê El-Nihêtir ev tişt anî ziman: "Piştî bidawîbûna DAIŞ'ê, wê rola mezin a birêxistinkirina gel bikeve ser milê şêxên êlên herêmê. Ji ber ku birêxistinkirinê em ê kelehek asê li hember çavbirçîbûna derve.”

Şêx Cemal El-Nihêtir diyar kir ku şaneyên veşartî yên ku Tirkiyê desteka wan dikin û çeteyên DAIŞ'ê dijminên gelê Bakurê Sûriyê ne, ew şane fîtneyan di navbera êlên herêmê û QSD'ê belav dike û wiha dewam kir:"Wek êlên herêmê êdî em aliyên dijber baş nas dikin. Em ê hertim desteka QSD'ê bikin û wê li hemberî terorê biserkevin. Em ji wan aliyên dijber re dibêjin êlên herêmê li pişta QSD'ê ne."

Ji aliyê xwe ve Şêx Ferhan El-Emalê şêxê qebîleya El-Şemer got: "Em gihîştin pêvajoya herî dawî ya tinekirina DAIŞ'ê ji hêla QSD'ê ve. Tinekirina DAIŞ'ê, wek gavek dîrokî ji êlên herêmê û şêniyên Bakurê Sûriyê re ye. "

‘Bi saya QSD'ê em di nava ewlehiyê de ne’

Di nav gotinên xwe de El-Emalê destnîşan kir ku QSD'ê hêzên mirovî ne beriya ku hêzek leşkerî be û bûye xilaskerê tekane ya gelên herêmê ji terorê û ev tişt anî ziman:"Wek şêniyên herêma ku DAIŞ'ê wêran kiriye, QSD'ê ji me re rêya azadiyê xêz kir û ji canê xwe pirek avakirin da ku şênî bighêjin ewlehiyê. QSD'ê ji cîhanê re isbat kir ku ew hêzên civakê, gel, aştiyê û azadiyê ne. "

Di dawiyê de Şêx Ferhan El-Emalê got: "Hêzên me roj bi roj  DAIŞ'ê di berîka xwe ya dawî de tengav dike û bi hezaran sivîlan rizgar dike. Kesek nikare berxwedan û vîna me têk bibe. Em xwediyên vê xakê ne û ji erka me ye em wê biparêzin."

(şx)

ANHA