Her sê jinên têkoşerê li taxa Şêxmeqsûdê hatin bibîranîn

Bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi meşekê komkujiya Parîsê ku li dijî her sê jinên têkoşer ên Kurd "Sakîna Cansîz, Leyla Şaylamez û Fîdan Dogan" şermezar kir.

Her sê jinên têkoşerê li taxa Şêxmeqsûdê hatin bibîranîn
Her sê jinên têkoşerê li taxa Şêxmeqsûdê hatin bibîranîn
Her sê jinên têkoşerê li taxa Şêxmeqsûdê hatin bibîranîn
Her sê jinên têkoşerê li taxa Şêxmeqsûdê hatin bibîranîn
Her sê jinên têkoşerê li taxa Şêxmeqsûdê hatin bibîranîn
Her sê jinên têkoşerê li taxa Şêxmeqsûdê hatin bibîranîn
Her sê jinên têkoşerê li taxa Şêxmeqsûdê hatin bibîranîn
Her sê jinên têkoşerê li taxa Şêxmeqsûdê hatin bibîranîn
Her sê jinên têkoşerê li taxa Şêxmeqsûdê hatin bibîranîn
9 ÇILE, 2019   18:10

HELEB

Meş ji aliyê Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê ve  hatibû organîzekirin. Bi sedan kes di nav de endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî tev li meşê bûn. Meşvanan wêneyên her sê jinên şoreşger û alên Kongreya Star hilda bûn. Her wiha pankartên bi nivîsên "Azadiya jin ji azadiya Ocalan e"," Rêjîma faşîzm a Tirkiyê hilweşe", "Erdogan kujerê mirovahiyê ye"," Bimre hêzên komploger"," Bijî berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û Efrîna azad" û "Bi hêrsa jina rêxistinkirî em ê faşîzmayê têk bibin" hatibûn vekirin.

Meş ji pêşiya Mala Êzidiyan dest pê kir û di nava kolanên sereke yên taxê de geriyan. Di meşê de dirûşmeyên  silavkirina berxewdana jin hatin berzkirin.

Meş li qada Şehîd Destîna a rojhilatê taxê rawestiya.

Ji bo bîranîna şehîdan azadiyê deqeya rêz hate girtin. piştre Rêvebera Kongreya Star a Helebê Şervîn Delîl axivî û di kesayeta her sê jinên şoreşger de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û got, serkeftinên niha berhema têkoşîna bi salan a jinên têkoşer mîna Sakîna û hevalên wê ne.

Şervîn her wiha got: "Dagirkeriya Tirkiyê bi armanca têkbirina îradeya jin her sê jinên berxwedêr kirin hedef. Bila nas bike ku komkujiya Parîsê ji jinan re bû bingeha hêz û mezinkirina têkoşînê, delîlê vê yekê berxwedana Leyla Guven di girtîngehên dagirkeriyê de."

Şervîn Delîl di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan dan.

Meşvanan bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana jiin dawî li çalakiyê anîn.

ANHA