Rûspiyên êlên Ereb dagirkeriya Tirkiyê red kirin

Rûspiyên êl û qebîleyên Ereb ên Hesekê destwerdanên Tirkiyê di Sûriyê de red kirin û gotin: " Dagirkeriya Tirkiyê pala xwe dide komên çekdar ku DAIŞ‘ê yek di nav de ye. Tirkiyê û DAIŞ‘ê yek in, rastiya faşîzmaya Tirkiyê ev e."

Rûspiyên êlên Ereb dagirkeriya Tirkiyê red kirin
Rûspiyên êlên Ereb dagirkeriya Tirkiyê red kirin
Rûspiyên êlên Ereb dagirkeriya Tirkiyê red kirin
Rûspiyên êlên Ereb dagirkeriya Tirkiyê red kirin
Rûspiyên êlên Ereb dagirkeriya Tirkiyê red kirin
9 ÇILE, 2019   18:43

HESEKÊ

Ji  bo şermezarkirina gefên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dehan rûspiyên êl û qebîleyên Ereb ên Hesekê û gundewarên wê çalakiyeke protestoyê li çerxerêya Itfaiyê ya bajar li dar xist.

Çalakî bi deqeya rêzgirtin dest pê kir. Bi navê êlên (Cibûr, Bekar, Mimara, Şerabiyê, Hibil, Şemer) û hin qebîleyên din axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de bang li hêzên navdewletî hate kirin ku li hemberî dijminahiya Tirkiyê li ser herêmê biskinin û hate gotin " Civaka Sûriyê bi hemû pêkhate, mezheb û netewên xwe yek e. Sûriya welatê me hemûyan e. Gelê herêmê wê nehêle dagirkeriya Tirkiyê fitneyê di navbera pêkhateyan de derxîne, çawa me DAIŞ‘ê têk bir em ê dagirkeriya Tirkiyê jî têk bibin."

Rûspiyan destnîşan kirin ku Bakur û Rojhilat Sûriyê spartgeha koçber û penaberan e û hate gotin "Zêdeyî  kampên mezin hene ku bi hezaran koçber û penaber hembêz kiriye. Pêwîste civaka navdewletî wan ji êrîşên Tirkiyê biparêzin. "

Rûspiyên êl û qebîleyên Ereb destwerdanên Tirkiyê di Sûriyê de red kirin û gotin: " Dagirkeriya Tirkiyê pala xwe dide komên çekdar ku DAIŞ‘ê yek di nav de ye. Tirkiyê û DAIŞ‘ê yek in, rastiya faşîzmaya Tirkiyê ev e ku kuştin, wêrankirin û koçberkirinê dike."

Rûspiyan her wiha gotin, "Bila tevahî cîhan îû civaka navdewletî nas bike ku em wekî rûspiyên bajarê Hesekê destwerdan û gefên Tirkiyê li ser xaka xwe şermezar dikin. Em hemû Sûrî ne, civakeke in û parçebûna qebûl nakin."

Di dawiya çalakiya şermezarkirinê Meclîsa Niştimanî ya Rûspiyên Ereb daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê rûspiyê êla Cibûr Cûma Hesen ve hate xwnedin.

Cuma El-Hesen got: "Em bang li hêzên cîhanî dikin bila li rex me li dijî zulimkaran bisekinin, wê dawiya her zalimekî were. Ev der welatê me ye, em ê li vir bijîn û li vir bimirin. Em bi hêza xwe bawer in. Amerîka biçe an jî bimîne em li vir û li hemberî hemû komployan em ê li ber xwe bidin."

(dh)

ANHA