Çalakiya mertala zindî ya Kobanê di roja 24‘an de ye

Çalakiya mertala zindî ku ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk li bajarê Kobanê hatiye destpêkirin di roja 24‘an de ye.

Çalakiya mertala zindî ya Kobanê di roja 24‘an de ye
Çalakiya mertala zindî ya Kobanê di roja 24‘an de ye
Çalakiya mertala zindî ya Kobanê di roja 24‘an de ye
Çalakiya mertala zindî ya Kobanê di roja 24‘an de ye
Çalakiya mertala zindî ya Kobanê di roja 24‘an de ye
Çalakiya mertala zindî ya Kobanê di roja 24‘an de ye
9 ÇILE, 2019   16:56

KOBANÊ

Çalakiya mertala zindî ya şêniyên Kobanê li dijî gefên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Firatê di roja 24‘an de berdewam e.

Rojane bi sedan şênî di nav de endamên saziyên sivîl ên bajêr beşdarî çalakiyê dibin.

Îro jî nûnerên jî Kongreya Star a Kantona Kobanê û Tevgera Civaka demokratîk (TEV –DEM) herikîn bin kon û çalakî dewr girtin.

Di bin konê de ji endamê Meclisa TEV- DEM'ê Ebuldrehman Dime axivî û wiha got: "Çalakiyên mîna vê yek pêwîst e, da ku li hemberî gef û êrîşan parastina xwe bikin. Çalakiyên me teqez wê bighêjin armanca xwe. Bi vê çalakiyê xwe em ji gefên dagirkeran re bibin bersiv. Çalakiya me berdewam e ta gefên Erdogan li ser me rabin."

Her wiha li ser navê TEV –DEM‘ê Eyşa Efendî bal kişand li ser berxwedana jin û wiha  got:" Jina Kurd li kuderê bû berxwedanî dikir, her tim kar û xebat li ser pişta jinan bû, lê pêwîste hîn zêdetir xwe bigihênin fikir û felsefeya Rêber Apo yê ku hişt jin azad bibe û li mafê xwe xwedî derkeve. Bi têkoşîna jin û keda şehîdan em gihiştine vê astê û serkeftinên mezin bi dest xisitne. Li ser vî esasî em bi bawer in ku em ê li hemberî dijmin bi ser bikevin."

Eyşa Efendî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku xwedî li mafê xwe derkevin û her tim berxwe bidin.

Çalakiya roja 24‘an bi dirûşmeyan bi dawî bû.

(sn/hh)

ANHA