Meşvanên Dêrikê: Bi giyanê Sekîna û Avesteyê em ê têkoşînê mezin bikin

Li Dêrikê, Girkê Legê, Til Koçer û Çil Axa şehîdên komkujiya Parîsê "Sekîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leya Şaylamez" bi xwepêşandana hatin bibîranîn.

Meşvanên Dêrikê: Bi giyanê Sekîna û Avesteyê em ê têkoşînê mezin bikin
Meşvanên Dêrikê: Bi giyanê Sekîna û Avesteyê em ê têkoşînê mezin bikin
Meşvanên Dêrikê: Bi giyanê Sekîna û Avesteyê em ê têkoşînê mezin bikin
Meşvanên Dêrikê: Bi giyanê Sekîna û Avesteyê em ê têkoşînê mezin bikin
Meşvanên Dêrikê: Bi giyanê Sekîna û Avesteyê em ê têkoşînê mezin bikin
Meşvanên Dêrikê: Bi giyanê Sekîna û Avesteyê em ê têkoşînê mezin bikin
Meşvanên Dêrikê: Bi giyanê Sekîna û Avesteyê em ê têkoşînê mezin bikin
Meşvanên Dêrikê: Bi giyanê Sekîna û Avesteyê em ê têkoşînê mezin bikin
Meşvanên Dêrikê: Bi giyanê Sekîna û Avesteyê em ê têkoşînê mezin bikin
Meşvanên Dêrikê: Bi giyanê Sekîna û Avesteyê em ê têkoşînê mezin bikin
9 ÇILE, 2019   16:31

QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê bi boneya salvegera 6'emîn a şehîdxistina her sê têkoşerên jin li Parîsê û şermezarkirina gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşiyan.

Li bajar tevahî dukan û sazî hatibû girtin.

Meş ji ber navenda Şehîd Bawer a Yekîtiya Ciwanan destpê kir. Meşvanan wêneyên her sê jinên têkoşer, alên Kongreya Star û pankartên bi nivîsên 'Bi rihê Sekîna û Avestayê, em ê asta têkoşînê bilind bikin û faşîstê têk bibin" hildan.

Meş tevî baran û berfê di nav kolanên bajarê Dêrikê degeriya. Meşvanan sloganên şermezarkirina şehîdxistina her sê têkoşerên jin, banga bilindkirina asata têkoşînê li dijî dewleta tirk a faşîst berz kirin û berxwedana girtiyên siyasî û parlamenteran di girtîgehên Tirkiyê de silav kirin.

Meş li qada Şehîd Bêrem li navenda bajêr veguherî mitîngê. Piştî deqeya rêzgirtin, nûnera Kongera Star di  Rêveberiya Xweser de Mizgîn Ehmed axivî û her sê jinên  têkoşer bi bîr anî. Her wiha soza parastina destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, dubare kir.

Di berdewama axaftina xwe de Mizgîn teqez kir ku komploya ku her sê têkoşerên jin kir hedef, bi rêya ferzkirina tecrîdkirinê li Ocalan û êrîşên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e.

Mizgîn anî ziman ku her sê têkoşerên jin bûne sembola berxwedan û têkoşîna jina azad û ji bo rizgarkirina jin ji zihniyeta mêrdestiyê bang li bilindkirina asta têkoşînê kir.

Ji aliyê xwe ve hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî û mîraseya ku her sê jinên têkoşer destnîşan kir û got, her sê têkoşer bûne mişeleyên şoreşa Rojava

Berekat wiha domand: "Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Bi saya berxwedana YPJ'ê li dijî pergala kapîtalîzmê şoreş li tevahiya cîhanê deng veda. Bi saya fedekariyên gelan, Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê di cîhanê de bû rojev."

Meş bi berzkirina dirûşmeyên şermezarkirina faşîsta Tirk û serokê wê Erdogan bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Bi heman mebestê, bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê tev li meşa girseyî ji bo şermezarkirina komujiya li Parîsê bûn.

Meş ji qada Şehîd Xebat Dêrik destpê kir. Meşvanan wêneyên şehîdan rakirina û li kolana sereke ya navçeyê geriyan. Her wiha dirûşmeyên şermezarkirina komkujiya Parîsê berz kirin.

Meş li navenda navçeyê veguherî mitîngê. Piştî deqeya rêzgirtin hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif axivî û got: "Divê em xwedî li berxwedana QSD, YPG û YPJ'ê derkevin. Em xwediyên vê xakê ne û dîrokeke me ya bêhempa heye. Ji mafê me ye ku em azad û di nav aştiyê de bin. Ti hêzek nikare wê azadiyê û xakê ji me bistîne ne Erdogan û ne jî çeteyên wê. Em bi xaka xwe ve girêdayî ne û em ê gav paşde nevêjin."

Foza teqez kir ku ew ê bi vînekê xurt xeta her sê têkoşerên jin bişopînin. Her wiha destnîşan kir ku ji bo sekinandina dagirkeriyê têkoşînek mezin pêwîst e. Foza diyar kir ku çawa li hember DAIŞ'ê û hêzên tartiyê sekinîn, dê li hember her kesekî ji gel an jî xaka herêmê nêz bibe, bisekinin.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana gelên Sûriyê bi dawî bû.

TIL KOÇER

Şêniyên navçeya Til Koçerê û gundên girêdayî wê ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê meşiyan.

Şênî li navenda navçeyê kom bûn. Piştî deqeya rêzgirtin endama rêveber a Meclisa Edaleta Civakî ya Jin a Kantona Qamişlo Henîfe Mihemed axivî û rola her sê têkoşerên jin destnîşan kir û got: "Her sê têkoşer ji bo me ronahî ne. Em komploya kirêt der heqê wan de şermezar dikin. Her sê têkoşerên jin ji bo azadiya gelên bidest bi taybet jin tê koşyane. Bi saya wan êdî jin rolek mezin di civakê de dilîze."

Meş bi berzkirinma dirûşmeyên şermezarkirina komploya der heqê her sê têkoşerên jin de bi dawî bû.

ÇIL AXA

Her wiha bi heman mebestî li navçeya Çil Axa bi sedan şêniyên navçeyê daketin qadan û komploya ku her sê têkoşerên jin kirin hedef şermezar kirin. Her wiha berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê li dijî gefên Tirkiyê tekez kirin.

(şx)

ANH