Wezareta Derve ya Sûriyê: Me peywendiyên xwe bi kurdan re aktîv kir

Cîgirê Wezareta Derve ya rêjîma Sûriyê Feysal Miqdad got, li gel mudexeleya Tirkiyê rêjîmê têkîliyên xwe bi nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re çalak kirine û xweşbiniya xwe rave kir.

Wezareta Derve ya Sûriyê: Me peywendiyên xwe bi kurdan re aktîv kir
9 ÇILE, 2019   15:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Reutrsê, Cîgirê Wezareta Derve ya rêjîma Sûriyê Feysal Miqdad îro ji rojnamevanan re ragihand ku wan peywendiyên xwe bi kurdan re aktîv kirine.

Her wiha Miqdad xweşbiniya xwe ji danûstandinan bi kurdan re rave kir. Miqdad diyar kir ku Kurd di çarçoveya hewldanên şikandina yekîtiya Sûriyê dixwazin bi rêjîmê re lihev bikin.

Miqdad destnîşan kir ku danûstandinên berê yên sala 2018'an ne li gorî asat ku dihat xwestin bûn û li wir rawestiyan.

Miqdad daxuyaniya YPG‘ê ya dawî ku tê de yekîtiya xaka Sûriyê tekez dikin bi kêfxwaşî pêşwazî kir û got mrcên niha guncaw in û ji bilî danûstandinê ti rêyerk din tune ye.

(şx)

ANHA