Li Kobanê Sakîne, Fîdan û Leyla bi meşekê hatin bibîranîn

Bi hezaran şêniyên herêma Firatê ji bo şermezarakirina 6’emîn salvegera komkujiya Parîsê ku sê jinên şoreşger Sakîne, Fîdan û Leyla ji aliyê îstixbaratên Tirkiyê ve hatin qetilkirin daketin qadan.

Li Kobanê Sakîne, Fîdan û Leyla bi meşekê hatin bibîranîn
Li Kobanê Sakîne, Fîdan û Leyla bi meşekê hatin bibîranîn
Li Kobanê Sakîne, Fîdan û Leyla bi meşekê hatin bibîranîn
Li Kobanê Sakîne, Fîdan û Leyla bi meşekê hatin bibîranîn
9 ÇILE, 2019   15:47

KOBANÊ

Bi pêşengtiya rêxistina Kongreya Star a bajarê Kobanê ji bo bîranîna jinên şoreşger Sakîna Cansîz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin bi hezaran kes daketin qadan û meşek li dar xistin.

Meş bi dirûşmeya "Bi giyanê Sakîne û Avesta em ê têkoşînê mezin bikin û faşîzmayê têk bibin" hat lidarxistin. Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî beşdarî meşê bûn.

Di meşê de wêneyên Sakîne, Fîdan, Leyla, Avesta Xabur, Barîn Kobanê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan,alên Kongreya Star û TEV-DEM‘ê hatin bilindkirin û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hatin bilindkirin.

Meş ji Qada Şehîd Herdem ber bi Qada Jina Azad dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên "Jin, jiyan, azad" û şermezarkirina komkujiya Parîsê hatin avêtin.

Meş li Qada Jina Azad vegunerî mîtîngê. Li vir ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin. Paşê endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Peyman Aydin axivî û şehîdên komkujiyê Parîsê ku ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin bi bîr anîn.

Peyman Aydin her wiha got "Em teslîm nabin, em ê li qadan bin ta komplo û êrîşên ku gelê me dikin hedef têk bibin."

Peyman anî ziman ku komploya li dijî projeya netewa demokratîk hê berdewam e û banga hevgirtinê ji bo têkbirina komployan kir.

Mîtîng bi dirûşyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(dh)

ANHA