Şervanên QSD‘ê li El-Şefaayê dest danîn ser miqdarek çek

Şervanên QSD’ê li eniya bajaroka El-Şefaayê  di çarçoveya xebatên lêgerînan de dest danî ser miqdarek çek û cebilxaneya çeteyên DAiŞ’ê.

Şervanên QSD‘ê li El-Şefaayê dest danîn ser miqdarek çek
9 ÇILE, 2019   15:38

DÊRAZOR

Çavkaniyekî leşkerî ji bajaroka Hecînê diyar kir ku şervanên QSD‘ê li eniya bajaroka Şefaayê dest danîn ser miqdareke çek û cebilxaneyên çeteyên DAIŞ‘ê.

Ji çekên ketin destê şervanan bi dehan klaşînkov û çekên sûqastê û BKC hebûn.

Li gorî çavkaniyan şer li herêmê bi awayekî dem dem berdewam e û şervanên QSD‘ê bi pêş de diçin.

ANHA