‘Armanca dagirkeriya Tirk pêkanîna komkujiyên nû ne‘

Li taxên rojava ya bajarê Minbicê şêniyan konê protestoyê li dijî gefên Tirk vedan. Çalakgeran teqez kirin ku, armanca Tirkiye têkbirina biratiya gelan e û wiha gotin:" em dagirkeriym Tirk red dikin, ji ber armanc pêkanîna komujiyan li ser gelê Sûriyê ye."

‘Armanca dagirkeriya Tirk pêkanîna komkujiyên nû ne‘
‘Armanca dagirkeriya Tirk pêkanîna komkujiyên nû ne‘
‘Armanca dagirkeriya Tirk pêkanîna komkujiyên nû ne‘
‘Armanca dagirkeriya Tirk pêkanîna komkujiyên nû ne‘
‘Armanca dagirkeriya Tirk pêkanîna komkujiyên nû ne‘
‘Armanca dagirkeriya Tirk pêkanîna komkujiyên nû ne‘
‘Armanca dagirkeriya Tirk pêkanîna komkujiyên nû ne‘
‘Armanca dagirkeriya Tirk pêkanîna komkujiyên nû ne‘
‘Armanca dagirkeriya Tirk pêkanîna komkujiyên nû ne‘
9 ÇILE, 2019   14:58

MINBIC

Îro şêniyên taxên rojavayê Minbicê di bin konê çalakiyê yê ku li nêzî çerxeriya El-Delê de  hatiye vedan, nerazîbûnên xwe li dijî dijmantiya dagirkeriya Tirk nîşan dan. Her wiha teqez kirin ku, bi hemû pêkhateyên xwe mil bi mil li dijî faşista dagirker a Tirk in.  

Di vê çarçoveyê de bi navê xeta rojava Roweyda Hinêzel gel pêwaz kir û wiha axivî:" hedefgirtina dagirkeriya Tirk êş û azarên biratiya gelan e û li dijî yekîtiya pêkhateyan e."

Dûvre bi navê rêveberiya sivîl, hervserokê Meclîsa Rêveber Mihemedxêr Şêxo got: " divê cîhan li herêmên ku dagirkeriya Tirk gefan lêdide, binêre û bibîne kî aramiya kê dixe xeteriyê. Zarokê şehîd  bi navê Sara ewlehî û aramiya Tirk dixe xeteriyê yan rojnamevanên ku bûne armanca leşkerên Tirk dijmin in."

Mihemedxêr di dawiya axaftina xwe teqez kir ku, divê destkeftiyên gel bêne parastin û li ser şopa şehîdan bê meşandin.

Bi navê Meclîsa leşkerî ya Minbicê Îbrahîm Şerîde destnîşan kir ku, gefên Tirkiye ewlehî û aramiya herêmê tevlîhev dike û wiha axivî:" gef nikare me ji tekoşîn û parastina xak û gel bê par bihêle. Em dizanin ku hêzên derve ta dawiyê li ser xaka me namînin, lewre hêza me vîn û viyana gelê me ye."

Xanim Îbrahîm bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan teqez kir ku, sekna wan li hember dagirkeriya Tirk bi saya şehîdan e. Her wiha bibîrxist ku, çawa çeteyên DAIŞ‘ê derebasî herêmê kirin da ku êrîşî Kobanê kirin û çawa dagirkeriya Tirkiyê bi hinceta şerê DAIŞ‘ê bajarê Babê dagirkir û bi bihaniya rizgarkirina gelê Efrînê da koçberkirin.

Di berdewama çalakiyê de bi navê Meclisa Jin Hena Şerîf û bi navê ciwanên Minbicê Medya Mehmûd axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin, jin ji bo parastina bajarê Minbicê amade ne çek rakin. Her wiha bal hate kişandin li ser serkeftinên ku jinan li Minbicê bi destxistine.

Çalakî bi dirûşmeyên şermezarkirina gef û binpêkirin dewlat Tirk bi dawî bû.

ANHA