Yekitiya Ewropayê 3 welatiyên Îranê xistin lîsteya terorê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bersiva daxuyaniya Yekitiya Ewropayê da ku ceza li aliyên îstixbarata Îranê birî.

Yekitiya Ewropayê 3 welatiyên Îranê xistin lîsteya terorê
9 ÇILE, 2019   11:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Spûtnîkê berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Behrem Qasimî di daxuyaniyekê de got Yekitiya Ewropayê ceza li çend welatiyên Îranê biriye.

Di daxuyaniya Meclisa Yekitiya Ewropayê de wiha hate diyarkirin: "Meclisê 2 îranî û gerînendeyê Ewlekariya Hundirîn a Wezareta Îstixbaratê û Ewlehiya Îranê xistin lîsteya terorê."

Wezîrê karên derve yê Danîmarkayê Andres Samuelson ragihand ku Yekitiya Ewropayê ferzkirina cezayan li dijî aliyên îstixbarata Îranê erê kir. Ev yek jî ji ber gelek planên hewldana kuştinan li xaka Ewropayê pêk hatibû.

Di çarçoveya ceza de dê pere û bingeha aboriyê ya girêdayî Wezareta Îstixbaratê ya Îranê bên cemidandin.

(jo)